‘Sorxwîn û Azadî dixwestin her xebatê bi ser bixin’

NAVENDA NÛÇEYAN

Leyla Weşûkanî diyar kir ku Sorxwîn û Azadî du hevrê û fermandarên dilsozên Rêber Apo bûn û got, “Heval Sorxwîn û Azadî di tevahiya têkoşîna xwe de hewl dan bibin layiqî Rêbertî û gel. Dixwestin kar û xebata rêxistinê daye wan bi serketî bînin cih.”

Dewleta Tirk a dagirker 11’ê Sibata 2024’an li hemberî Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafira keşfê ya biçek, êrîş pêk anî. Di êrîşê de Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ên di rêveberiya gaziyên şer de cih digirtin û bi salan di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi lehengî şer kiribûn gihiştin şehadetê.

Bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik, hevala wan a têkoşînê Leyla Weşûkanî axivî.

‘Sorxwîn xwedî zanebûneke kûr bû’

Leyla Weşûkanî di destpêka axaftina xwe de di şexsê fermandar Sorxwîn û Azadî de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “Yekemîn salvegera şehadeta heval Sorxwîn û heval Azadî ye. Di serî de ez wan bi bîr tînim, bejna xwe li hember wan ditewînim. Bi rastî şehadeta wan hevalan gelekî giran bû. Her du heval jî hevalên me yên fermandar bûn. Di heman demê de ji bo me gelekî cihêwaz bûn. Ez her du hevalan jî nas dikim. Em li qadên têkoşînê bi hevdu re mabûn. Hîn li Rojhilat ez heval Sorxwîn nas dikim. Sala 2006’an min li bajarê wan Makûyê xebat dikir. Sorxwîn wê demê hevalek ciwan bû û diçû dibistanê. Li bajêr li mala birayê xwe dima. Dema em diçûn gundê wan jî me ew li wir jî didît. Diyalogên me jî bi hev re hebûn. Ez tevahî malbata wan jî nas dikim. Bi vê mebestê ez ji malbatê re sersaxiyê dixwazim û xemgîniya xwe tînim ziman.”

Leyla Weşûkanî wer behsa kesayeta fermandar Sorxwîn Rojhilat kir: “Bi rastî Sorxwîn hevaleke cuda bû. Di hevaltî, sekn û têkoşîna xwe de pir cihêwaz bû. Çi di aliyê eskerî, çi bîrdozî, çi siyasî de be di her mijarê de hevaleke hakim bû. Zanebûneke xwe ya kûr, hevaltiyek xwe, rûkeniyek xwe hebû. Di tevahiya jiyana xwe de bi rastî jî heval Sorxwîn cuda bû. Li ku derê bûya di dilê mirovan de cihê xwe çêdikir. Ji biçûkan bigir heya mezinan, jin û mêr, tevahî hevalan pir jê hez dikirin û hurmet didanê.”

Weşûkanî diyar kir ku fermandar Sorxwîn li çar parçeyên Kurdistanê geriya, têkoşîn meşand û wiha dewam kir, “Jixwe hevaleke gazî bû. Tevî gazî bû jî, ti tişt ji xwe re nekir astengî. Ti carî negot ‘Ez diêşim, ez westiyame, tengav bûme. Ez aciz im. Filan kêmasî heye.’ Timî bi dilekî fireh, bi rûyekî ken tevlî xebat û têkoşînê bû. Di heman demê de rêveberiya hevalên gazî bû. Bi kelecan û hezkirineke mezin bi hevalên gazî re mijûl dibû. Lewma şehadeta heval Sorxwîn bandoreke mezin li hevalên gazî kir. Heval bi rojan bi ser xwe ve nehatin. Ji ber bi rastî hevala Sorxwîn ji wan re heval bû, dayik bû, dost bû û cihê baweriyê bû. Heval Sorxwîn xwedî sebreke pir mezin bû. Dikarîbû bi seaten mirovan guhdar bike, bi wan re eleqedar bibe, perspektîfan bide wan, wan fêr bike bê divê çawa bixebitin û erkên xwe yên şoreşgerî pêk bînin. Heval Sorxwîn di heman demê de yek ji fermandarên me yên YPJ’ê bû. Têkoşereke pêşeng bû. Ji xwe bawer û serbilind bû. Bi wesîleya salvegera şehadeta wê careke din soz didin ku em ê çeka hevala Sorxwîn li erdê nehêlin. Em ê têkoşîna wê bi hêz û baweriyeke mezin berdewam bikin.”

‘Her kesî ji Azadî hez dikir’

Leyla Weşûkanî têkildarî Azadî Dêrik jî got, “Ya rastî çawa şehadeta heval Sorxwîn ji bo me giran bû, şehadeta heval Azadî jî bi heman rengî bû. Azadî hevaleke zindî bû. Xwedî heyecan û ruhekî geş bû. Ez hevala Azadî ji 2018’an ve nas dikim. Jixwe demekê li herêma Cizîrê em bi hev re bûn. Li ser dewreya şervanên nû ya hevalên me yên Ereb disekinî. Tevlîbûna nav kar û zindibûna heval Azadî pir cuda bû. Cihê lê bû geş dikir. Hêz û moral dida derdora xwe. Gelek şervanên me yên nû jî pir jê hez dikirin. Dema vesaziya wê çêbû jî heval pir bandor bûn. Hevala Azadî demekê li herêma Firatê, li Minbicê di nav xebatên tenduristiyê de jî ma. Bi qasî ku hevalan jê hez dikirin, heval Azadî jî ji wan hez dikir. Bi wê hezkirin û heyecanê kar û xebat dimeşand.”

Leyla Weşûkanî di dewama axaftina xwe de bal kişand ku Azadî ji bo wê di aliyê manewî de jî cuda bû û got, “Ji ber min xaltîka wê heval Xalîde (Diljîn) jî nas dikir. Me pêkve têkoşîn meşandibû. Hevala Diljîn bi qehremanî têkoşîn meşand û şehîd bû. Min pir jê hez dikir û hurmet didayê. Mirov dema li cem hevala Azadî bû, kêfxweş dibû. Hevaleke heya dawiyê dilsozê Rêber Apo, şehîdan û gel bû. Ev xisûs di tevahiya jiyana xwe de nîşan dida. Westandin, acizî li cem heval Azadî peyda nedibû. Bi bawerî nêzî hevalên xwe û gel dibû. Têkildarî civakê digot, ‘Ev mirovên me ne. Pêwîst e, em ji bo wan têkoşîn bikin û xwe di ber wan de biwestînin. Divê em timî civaka xwe perwerde bikin.’  Lewma mirov ji hevala Azadî piştrast bû. Nedisekinî her tim di nav kar û xebatan de bû. Digot, ‘Rêbertî diyar dike ku divê milîtanek 24 saetan di nav kar û xebatên têkoşînê de be. Nexasim em jin pêwîst e, ji her kesî zêdetir têkoşîn bikin û di nav berxwedanê de bin. Ji me re têkoşîn hewce ye. Eger em têkoşîneke xurt nekin, em ê nikaribin xwe azad bikin. Jixwe timî êrîş li hember me tên kirin.’”

Leyla Weşûkanî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heval Sorxwîn û Azadî di tevahiya têkoşîna xwe de hewl didan bibin layiqî Rêbertî û gel. Dixwestin kar û xebata rêxistinê daye wan bi serketî bînin cih. Jixwe ji bo erka xwe bi serketî pêk dianîn bûn hedefa dijmin û xayînan. Bi vê wesîleyê dixwazim diyar bikim ku em ê tola hevalên xwe ji dagirkeran û xiyanetê hilînin. Sorxwîn û Azadî tevlî karwanê şehîdan bûn. Îro gelek Sorxwîn û Azadî di nav refên têkoşîna azadiyê de şer dikin. Weke YPJ jî em dibêjin ku em ê xwedî li keda şehîdan û ya Rêbertî derkevin. Ji bo em bibin layiqî gelê xwe ya dikeve ser milên me bêteredut em ê bînin cih.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button