Heval Sorxwîn ruh dida jiyanê
Axîn Efrîn

Min heval û fermandar Sorxwîn di konferansa yekemîn a gaziyên şer a li Rimêlan pêk hat de nas kir. Yekemîn car dema min hevala Sorxwîn dît, tişta bala min kişand di nava hemû hevalan de kelecan, kêfxweşî û kenê wê bû. Vê ez gelekî bandor kirim û min hêz jê girt. Li ku derê ba li wir coş, moral û kelecan hebû. Hevala Sorxwîn dema dihat cem hevalên gazî, bi wan re mijûl dibû, ew guhdar dikirin û bi wan re sohbet dikir. Hevalan digotin, “Hevala Sorxwîn jî weke me gazî ye, lê her bi kelecan û manewiyateke xurt bi me re eleqedar dibe.” Carinan sohbetên me bi hev re çêdibûn û têkildarî hin mijaran bi min re dibû alîkar. Di nîqaşên xwe de hêz dida mirovan û ew radikirin ser piyan.
Bi rastî heybeteke balkêş a fermandar Sorxwîn hebû. Jixwe dema mirov ew didît, kelecanek pir cuda bi mirov re çêdibû. Hevala Sorxwîn xwedî fikir û hêza pratîkî bû. Mirov pir dixwest bi hevala Sorxwîn re rûne, sohbet bike û pêre bixebite. Fermandara dilgerm Sorxwîn jiyan hembêz dikir û ruh didayê. Dema mirov didît ku hevala Sorxwîn jiyanê wer rengîn dike, mirov jî kelecana jiyanê his dikir û dixwest têkoşîna xwe bilindtir bike. Di çavên wê xwedawendê de hêviya serketinê dihat dîtin. Heval û fermandar Sorxwîn pir zû mirov his dikir û her dixwest bi hevalên li derdora xwe re jî alîkar be. Dema hevalek nexweş bûya yan jî di nava jiyanê de zehmetî dîtiba hema ew his dikirin û bi wan re eleqedar dibû.
Mirov li cem hevala Sorxwîn pir rehet û zindî bû. Di hevaltî û rêvebertiya xwe de jî pir durist û cewherî bû. Tevî bêhnfireh û dilnizm bû jî dema kêmanî û şaşîtiyek dîtiba qet efû nedikir. Fermandar Sorxwîn qet çavên xwe ji kêmasiyan re nedigirt û bi tundî hesab dixwest. Ev dibû sedem heval jî pir ji fermandara xwe hez bikin û zehmetiyên bi wan re rûbirû tên jî pêre parve dikirin. Hevrê Sorxwîn her hewl dida weke milîtaneke Rêber Apo têkoşîn bike, bibe layiqî keda Rêbertiya xwe û weke milîtaneke jin a azadîxwaz di nav berxwedanê de cih bigire. Hevala Sorxwîn hem ji mirovan fêm dikir hem jî dida fêmkirin. Her wiha pir ji xwendin û nivîsandinê hez dikir. Heval teşwîqî xwendin û nivîsandinê dikirin. Fermandar Sorxwîn her çi karekî hevalan ê rêxistinî heba, qet dereng nedixist.
Hevala Sorxwîn her di nav hewldanên pêşxistina hevalan û bi taybet a jinan de bû. Jixwe her dem digot, “Jinên xwe pêş nexin wê nikaribin xwe bikin hêz. Wê her kole û bêçare bimînin.” Tekez divê were zanîn ku çareserî bi destê mirovên zana tê çêkirin. Ji bo wê divê jin xwe zana bikin û ji xwe bawer bin. Fermandar û xwedawend Sorxwîn digot ku eger jin pêş nekeve wê civak jî pêş nekeve. Hevrê Sorxwîn xwedî wê seknê bû ku weke jinek şoreşger di nava gel û hereketê de têkoşîn bike û her serbilind bû. Hevala Sorxwîn navê xwe di dîrokê de nivîsand û wê ti caran jî neyê jibîrkirin.
Em sozdarê fermandar Sorxwîn û tevahî şehîdên şoreşê ne. Timî em ê sozdarên wan bin û tola wan rakin.