Divê em xwe bi rastiya şehîdan re bikin yek
Asya Weşûkanî
Şehîd nirxên şoreşê yên herî giranbiha û pîroz in, di vê der barê de nirxandinek Rêber Apo ya wiha bi nirx heye ku dibêje: “Şehîd pêşengên şoreşê ne, nirxên me yên herî pîroz û giranbiha ne. Partiya me partiya şehîdan e.” Bi berhema keda şehîdan têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê pêş ket û gihişte roja îro. Ji şehîdê yekem heval û sosyalîstê mezin Hakî Karer heya qehremanê ciwan Rojger Hêlîn û şêrejina Kurd Asya Elî çelengên giranbiha yên ji bo welat û azadiyê canê xwe bexşandin û ketin rêza pêşengên pîroz. Şehîdên canfeda li ser şopa pêşengên, destpêkê yên weke Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Sara Dêrsim û bi dehan qehremanên mîna wan meşiyan û bûn sozdarên wan. Qehreman û fedaiyên gelê Kurd soza xwe pêk anîn û ber bi serkeftinê ve meşiyan. Weke em tev jî dizanin felsefeya Rêber Apo ew e ku bi her şehadetekê re gavek mezin ber bi serkeftinê ve hatiye avêtin.
Her kes dizane ku di çand û felsefeya Rêber Apo de watedayînek pir cuda ji şehîdan re hatiye dayîn. Rêbertî her hewl daye piştî şehadeta her hevalekê/î pêngaveke xurttir ber bi serkeftinê ve biavêje û tola wan qehremanan rake. Ji xwendina ezmûnên tevgera azadiyê her kes fêr bû ku soza ji pakrewanan re ew e li ser şopa wan têkoşîn were xurtkirin û tola wan were rakirin. Dema hevalê Hakî Karer bi destê çeteyên Stêrka Sor hate şehîdkirin, Rêber Apo biryar da ku Partiya Karkerên Kurdistan ava bike. Ew biryar ket meriyetê, tola hevalê Hakî wiha hate rakirin û partî hat avakirin. Rêbertî bi bîranîn û soza bi şehîdan re pir girêdayî ye. Li hemû cîhanê nêzîkatiya ji şehîdan re pir cuda ye, lê di nav Tevgera Azadiyê de hîn cudatir e û xwedî wateyeke pir kûr e.
Em şagirtên Rêber Apo li ser wê çandê dimeşin. Me soz daye şehîdên xwe. Em li ser şopa wan lehengan têkoşîn dikin û tola wan radikin. Tekez girêdana me ya bi şehîdan re jî ew e em hedef û armancên wan ên, pîroz pêk bînin û li keda wan xwedî derkevin. Girêdana me ya bi şehîdan re bi awayê em bibin şopdarên wan û tola wan ji dijmin û xayînan rakin tê zanîn. Helbet şopdariya şehîdan ew e mirov têkoşîna wan berdewam bike, sekn, rêxistinbûn û hevaltiya wan ji xwe re bike mînak û kesayeta xwe li gorî wê ava bike. Şehîdên şoreşê li ser şopa Rêber Apo têkoşîneke bêhempa meşandin. Timî sozdarên Rêbertî gel û welat bûn. Şehîdên qehreman heya nefesa xwe ya dawî li ser xeta Rêber Apo meşiyan, bi ked, têkoşîn û berxwedaneke bi nirx, îradeyeke pir mezin raber kirin. Şehîd ew in yên xwîna xwe ji bo hedef û armanca welatekî azadî û jiyanek bi rûmet feda kirine, heya nefesa xwe ya dawî li ber xwe dane.
Şehîdên şoreşê bi wêrekî û qehremanî têkoşîn kirin, bi bîr û bawerî berê xwe dan mirinê û mirin veguherandin jiyaneke bêdawî. Şehîdên rûmeta gelan ji bo pêşeroja gelê xwe canê xwe feda kirin, meydan li dijmin xwarin. Dema çûn jî li paş xwe nezîvirîn, bi hemû hêza xwe şer kirin û gihiştin karwanên pakrewanên pîroz. Şehîd ronahiya rêya şoreşê ne, pêşengên doza gelên azadîxwaz in. Civak bi wan serbilind e û her sonda wan a bi navê şehîdan pîroz e. Şehîd rûmeta gelan e û taca serê wan in. Wan serejin û mêrxasan xwe bi rext û fîşengan pêçandin, berê xwe dan mirinê û bi rûkenî gotin, “Berxwedan jiyan e.” Şehîd ji gelan re mûm û find in, rêya civakan rohnî dikin, wan dibin serkeftinê. Rêber Apo dibêje, “Her dema hevalek şehîd dikeve, weke parçeyek ji canê min diçe. Divê hûn zanibin canê we jî ne milkê we ye. Canê we milkê şoreşê û gel e. Pêwîst e hûn demdirêj bijîn û tola gelê xwe ya salan ji dijmin rakin.”
Divê mirov zanibe bê kengî û li ku derê canê xwe feda bike. Fedaîbûn tiştekî pîroz e, lê pêwîst e bi zanebûn be. Rêber Apo vê mijarê wer dinirxîne, “Hewce ye, şoreşger canê xwe hêdî hêdî weke mûman ji bo gelê xwe bihelînin û rêya wan rohnî bikin.” Em jî weke hêzên YPJ ê û QSD’ê her roj şehîdan li ser xaka Rojava didin û em bi wan serbilind in. Ji ber dijminê me yê faşîst û xwînxwar warê şoreşê ji xwe re kiriye hedef û êrîş dike. Wiha lê hatiye ku em rojan e şehîdan didin. Em di nav cengeke giran de ne û em azadiyê dixwazin. Ji ber wê bê şehîd nabe, lê divê şehadeta me jî di cih û dema xwe de be. Em li ser şopa wan şehîdên qehreman soza xwe nû dikin û dibêjin, heya serkeftinê em têkoşînê bidomînin. Em dubare dibêjin, “Me bi şehîdan dest pê kir, em ê bi şehîdan bi ser kevin.” Ya din jî pêwîst e em xwe bi rastiya şehîdan re bihelînin û bikin yek.
Şehîd fermandarên me yên manewî ne û di rêya wan de, em ber bi heqîqetê ve dimeşin. Bi şehadeta her hevalekê/î em winda dikin birînek nû di dilê me de vedibe û me diêşîne. Her wiha bi her şehadetekê re jî bawerî û vîna me bi hêztir dibe. Tevgera me ya şehîdan e û girêdana me ya bi şehîdan re dibe sedema hê mezinkirina berxwedan û têkoşînê.