‘Em ê timî di rêya hevala Bêrîtan de bimeşin’

 

Gaziyên jin dan xuyakirin ku fermandar Bêrîtan bi lehengî li hember dagirkerî û xiyanetê têkoşîn kir û gotin, “Em ê timî di rêya heval Bêrîtan rohnî kiriye de bimeşin.”

Fermandar Bêrîtan di dîroka Tevgera Azadiyê de û bi taybet jî di dîroka têkoşîna jinên Kurd de xwedî cihekî gelekî girîng û watedar e. Bêrîtan a li hemberî xeta xiyanetê bû sembola berxwedanê, 25’ê Cotmeha 1992’yan di şerekî mezin de teslîmiyet qebûl nekir, xwe ji zinarên çiyayên Xakûrkê avêt xwarê û ber bi rêwîtiya xwe ya bêdawîbûnê ve çû. Şehadeta Şehîd Bêrîtan li Kurdistanê bû bingehek xurt ji bo artêşbûna jinê. Îro li Kurdistanê bi hezaran jin li ser wê heqîqetê dimeşin û ji bo jiyanek azad şer dikin.

Têkildarî 32. salvegera şehadeta fermandara jin Bêrîtan (Gulnaz Karataş) endamên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) Arîn Koçer û Zarîn Amed ji malpera me re axivî.

‘Hevala Bêrîtan ji hemû jinan re bû mînak’

Arîn Koçer diyar kir ku piştî fermandar û lehenga Dêrsimê Bêrîtan Hêvî, beşdarî nava refê têkoşîna azadiyê bû li ser felsefe û bîrdoziya Rêber Apo gelekî lêhûrbûn kiriye û got, “Hevala Bêrîtan gelekî şareza û ji xwe bawer bû. Tişta herî zêde bala fermandar Bêrîtan dikişîne rewşa jin û malbatê ye. Gelek caran lêhûrbûna xwe bi hevalan re parve dike û dibêje, ‘Em weke jin zêde mêran û hişmendiya wan a xerab fêm nakin. Divê em pir baş bîrdoziya Rêber Apo bixwînin û di jiyana xwe de pêk bînin. Ji bo em rewşa jinê biguherin û azad bikin ev pêwîst e.’”

Arîn Koçer bal kişand ser kesayeta milîtaniya fedaî ya Apoyî ya fermandar Bêrîtan û wiha axivî, “Fermandar Bêrîtan gelekî aktîf û bi tevger e. Bi kelecan, bîr û bawerî têkoşîna xwe ya azadiyê dimeşîne. Roj bi roj pêş dikeve. Heval Bêrîtan weke jinek milîtan û hevala Rêber Apo dibe xwedî ezmûn, her diçe weke gulekê geş dibe û rengê xwe dide her cihî.”

Arîn Koçer destnîşan kir ku fermandar Bêrîtan nameyekê ji Rêbertiyê re dişîne û got, “Di wê nameyê de diyar dike ku dixwaze têkildarî Rêbertiyê romanekê binivîse. Lê piştî heval Bêrîtan şehîd dibe ew name digihîje destê Rêbertiyê. Rêber Apo qala qehremantiya jina Kurd a Dêrsimî Bêrîtan dike û vekirî tine ziman ku xayînên bi dewleta faşîst a Tirk re hevkarî kirine, xwestine Bêrîtan teslîm bigirin lê xwedawend Bêrîtan li hemberî wan xiyanetkaran serî rakiriye. Sala 1992’yan jina Kurd a qehreman Bêrîtan bi çalakiya xwe ji tevahî jinan re bû mînak. Rêber Apo diyar kir ku divê dîroka şehadeta fermandar Bêrîtan bibe dîroka avakirina artêşbûna jina Kurd a serhildêr. Hevala Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedaî ji tevahî jinên têkoşer re bû mîrateya berxwedan û jiyana azad.”

‘Hevala Bêrîtan bû pêşenga jinên azadîxwaz’

Di dewama axaftina xwe de Arîn Koçer anî ziman ku berteka fermandar Bêrîtan tenê li hemberî mêrê desthilatdar nebû, di bingeh de têkoşîna li hemberî paşverûtiya jina kevnar û kole bû û got, “Heval Bêrîtan ji bo nekeve destê xayînên gemar ên girêdayî mala Barzanî, piştî cebilxaneya wê xelas dibe xwe ji serê zinarê çiyayê Lêlîkanê diavêje xwarê. Nahêle destê wan qirêjan bigihêje bedena wê ya pak û temîz. Heval Bêrîtan pîroziya xwe di kêliyê de qezenc kir û bû xwedawenda şer û aştiyê. Hevala Bêrîtan bû pêşenga jinên azadîxwaz. Xiyanet bi bin xist û teşhîr kir. Dema em navê fermandar Bêrîtan dibihîzin, artêşbûna jinê tê bîra mirovan û weke xwedawenda şer û jiyanê tê nirxandin.

Gaziya şer Arîn Koçer bi wan hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Bi rastî hevala Bêrîtan jinek pir bi hêz û xwedî vîn bû. Her wiha wêrek û jîr bû. Bi dehan kadroyên Tevgerê navê xwe kirine Bêrîtan. Ev pir zelal xuya dike, heval Bêrîtan jineke xwedî huner, girêdana wê ya bi Rêber Apo re, gelekî kûr û ji dil bû. Careke din em fermandara xwe ya hêja Bêrîtan bi bîr tînin û bejna xwe, li hemberî bîranîna wê ditewînin. Em ê timî di rêya heval Bêrîtan rohnî kiriye de bimeşin.”

‘Em ê timî şopdara fermandar Bêrîtan bin’

Gaziya Jin Zarîn Amed jî destnîşan kir ku fermandar Bêrîtan li erdnîgariyeke weke Dêrsimê ya berxwedêr ku hatiye dinyayê, di nav Tevgera Azadiyê de ev kesayeta xwe bêhtir pêş xist, bi ruhê fedayî yê milîtaniya Apoyî re kir yek û got, “Hevala Bêrîtan bi lehengî li hember dagirkerî û xiyanetê têkoşîn kir.  Bi wesîleya 32. salvegera şehadeta hevala me Bêrîtan weke hevalên gazî em banga tevlîbûnê li tevahî ciwanên Kurd, Ereb û yên ji pêkhateyên din dikin.”

Zarîn Amed bal kişand ku di nav Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ya bi raman û îdeolojiya Rêber Apo ava bûye, tevahî gel dikarin xwe têde bibînin û wiha dewam kir, “Vê şoreşê gelek Bêrîtan di nav xwe de afirandin. Di roja me de bi sedan şervanên azadiyê ku navê xwe kirine Bêrîtan ev nîşan dide bê fermandara me Bêrîtan xwedî bandoreke çi qasî mezin e.”

Gaziya Şer Zarîn di dewama axaftina xwe anî ziman ku di roja me ya îro de jî bi taybet di şexsê malbata Barzanî de xiyanet û nokerî bi awayekî eşkere heye û got, “Divê ji hêla gelên azadîxwaz ve timî were şermezarkirin û mehkûmkirin. PDK, bi dewleta Tirk a faşîst û qirker re bi hevkariyeke dijmirovî li hember gerîlayên azadiyê êrîşan pêk tînin. Helbet dagirker û xayîn wê têk biçin. Ji ber îro bi hezaran şopdarên hevala Bêrîtan li çiyayan ji bo parastina şeref û rûmeta xaka xwe di nav têkoşîn û berxwedanê de ne.

Zarîn Amed wiha dawî li axaftina xwe anî, “Di dawiyê de jî dixwazim bêjim ku em ê her tim bibin şopdara fermandara xwe ya mezin û pîroz hevala Bêrîtan.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button