RÊBER ABDULLAH OCALAN: LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ-4

Li Îmraliyê ji têgînên herî zêde li ser wan ponijîm û min mitale kir desthilatdarî û dewlet in.

Her ku min fêhm kir ev herdu têgîn bi roleke çawa di têkiliyên Kurd û Tirkan de rabûne, min pirr bi xurtî his kir ku divê ez çareseriyên pratîk ên berbiçav bibînim. Min xwe hewce his kir ku ez rêxistinkirina desthilatdarî û dewletê bi awayekî giştî û di têkiliyên Kurd û Tirkan de bi qasî hezar salan heta bi Hîtîtan lêbikolim.

Her ku min fêhm kir di navbera çandên desthilatdarî û dewletê yên Mezopotamya û Anatolyayê de têkiliyeke xurt a jeopolîtîk û jeostratejîk heye, min kirasê vê têkiliyê li têkiliyên Kurd û Tirkan kir û min bi hêsanî dît ku rêbazeke aqilane nîne mirov desthilatdarî û dewletê ji hev dûr bibîne û ji hev cuda bike. Ji ber ku ev herdu têgîn ango desthilatdarî û dewlet li dijî demokrasiyê bûn, min ew qebûl nedikirin. Eger mirov rêveberiyê hemûyî bi destê hêzên desthilatdarî û dewletê ve berde ji bo civakê zirareke mezin bû û lewma girîngiya demokrasiyê baştir derdiket holê. Lê ji ber ku min fêhm kir înkarkirina desthilatdarî û dewletê bi awayekî anarşîstî di pratîkê de rê li ber bêçareseriyê vedike, herçiqasî ez tercîh nekim jî min pirr bi xurtî dît ku înkarkirina parvekirina desthilatdarî û dewletê li gorî rastiyên dîrokî nîne. Rêveberiya demokratîk tercîha me ya bingehîn bû. Lê eger mirov çandên desthilatdarî û dewletê yên tevahiya dîrokê tekanebûyî înkar bike û aliyên wan ên civakî yên heq fêhm neke, min dît ku mirov ê weke encam nikaribe xwe bigihîne pratîkên çareseriyê yên berbiçav ên têkûz û lewma min girîngiya têgînên desthilatdarî û dewletê yên hevpar baştir fêhm kir.

GIRÎNGIYA ÇARESERIYÊN XWECIHÎ JI BO DEMOKRASIYÊ BAŞTIR TÊ FÊHMKIRIN

Tevahiya dîrokê di polîtîka û stratejiyên desthilatdarî û dewletê yên li Anatolya û Mezopotamyayê de danûstendin û têkilî zêde çêbûne û timûtim modelên hevpar hatine ceribandin. Di têkiliyên Kurd û Tirkan de jî tevahiya demên krîtîk modelên bi heman rengî hatine tercîhkirin. Ev model herî dawî di Şerê Rizgariya Neteweyî de hatibû ceribandin. Ez di parêznameyê de gelekî li ser vê babetê rawestiyam. Min ev model weke modeleke teorîk pêşkêş kir û ji bilî vê, veguherandina wê ya projeyeke çareseriyê wê ne bi tenê di têkiliyên Kurd û Tirkan de, lê li Rojhilata Navîn ji bo çareseriya pirsgirêkên asêmayî yên bi heman rengî jî qîmeteke xwe ya mezin hebe. Nexasim li dijî dogmatîzma pozîtîvîst a ku modernîteya kapîtalîst ferz dike hem bi rastiyên dîrokî re li hev e, hem jî ji bo çareseriyên pratîk xwedî hemanên nêzî îdealên her kesî ye. Li ber rohniya bûyerên dîrokî der barê desthilatdarî û dewletê de li ser têgînên modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk ponijîm. Mitalekirina min a der barê desthilatdarî û dewletê de ji bo fikirîna min a li ser têgînên modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk bandoreke girîng kir. Rastiyeke din a dîrokî ew e, îstîsnayîbûna têgîna desthilatdariya navendî û pîvanbûyîna têgîna desthilatdariyên xwecihî. Di vê çarçoveyê de roja me ya îro têgîna dewleta netewe ya weke modela mutleq û bi tenê tê pêşkêşkirin, her ku têkiliya wê bi kapîtalîzmê re hat fêhmkirin û rastiya wê hat eşkerekirin, girîngiya çareseriyên xwecihî ji bo demokrasiyê baştir tê fêhmkirin.

 EZ BÛBÛM XWEDÎ DANEHEVEKE GELEKÎ DEWLEMEND A TÊGÎN Û TEORIYÊ

 Ji bo têkiliya di navbera şîddet û desthilatdariyê de jî gihiştibûm encamên bi heman rengî. Eşkere bû ku bi şîddetê desthilatdarbûn û netewebûyîn wê tercîha me nebûya. Ji bilî pêdiviyên xweparastinê, bi şîddetê bidestxistina avantajên civakî ti têkiliya xwe bi sosyalîzmê re tineye. Ji bilî xweparastinê bi tevahî şêweyên şîddetê bi tenê dikarin ji bo yekdestdariyên desthilatdarî û sermayeyê bin. Di vî warî de pêşketina têgînî, dikir ku mirov bi pîvan û manedar nêzî pirsa aştiyê bibe. Elîtên desthilatdarî û dewletê ji bo Kurdan û heta ji bo tevahî beşên di mêtinkarî û zordestiya xwe de digirin gotinên tewş ên weke ‘cihêkar’ û ‘terorîst’ bi kar tînin û ji bo ez van gotinên wan pûç bikim, ez bûbûm xwedî daneheveke gelekî dewlemend a têgîn û teoriyê. Li ser bingehê vê daneheva têgîn û teoriyê diyalogên me yên bi rayedarên dewletê re bêhtir berdar dibûn û rê li ber çareseriyên pratîk ên afirîner vedikirin. Çawa ku wê di beşên cûrbicûr ên parêznameyên min de bê dîtin, di gelek qadên civakî yên bi heman rengî de bi saya pêşketinên di warê têgihiştina li heqîqet û azadiya civakî de pêkan bû ku mirov çareseriyên teorîk û pratîk bi pêş bixe.

Wê bidome

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button