Şêniyên Efrînê û Şehbayê komplo şermezar kir
15/02/2024
118 Less than a minute
Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bi hezaran şêniyên herêma Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Êdî bes e ji tecrîd, înkar û xiyanetê re, dem dema azadî û têkbirina Komploya 15’ê Sibatê ye” daket qadan.
Meş ji ketina navçeya Fafînê ber bi rêya sereke ya Dibistana Ajotinê ve çû û meşvanan sloganên “Bijî berxwedana Rêber Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin avêtin.
Bi deh hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê û bi beşdariya gaziyên şoreşê li deriyê ketina navçeya Fafînê kom bûn û di salvegera 25`emîn de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir.
15/02/2024
118 Less than a minute