Dogmatîzm Çiye?
Rêber Apo dibîje ”Pêwiste însan bi qasî difikire bike, bi qasî dike jî xwediyê hêza fikrandinê be”
Rêber Apo:
“Jiyana azad li ser fikra azad pêş dikeve. Fikra azad jî xwe ji yê heyî rizgar kirin e. Lewra ji bo wî divê mirov yê heyî baş nas bike. Şêweyê fikrandinê, ziman û tevgera mirovan diyar dike, ger tarzê mirov yê fikrandinê pozîtîvist be mirovê her tiştî perçe bike. Ger tarzê mirov yê fikrandinê dogmatîk be mirovê di ya heyî de israr bike û nehêle ku pêşketin çêbibe. Lê rastiyekî gerdûnî yê wisa heye, her tişt di nava peywendiyê de ye wê gavê perçe kirin nahêle ku mirov giştî heqîqetê bibîne. Ji bo mirov bigîje rastiyekî gerdûnî pêwiste vê tarzê fikrandinê derbas bike. Dîsa dogmatîzm jî li dijî zimanê xwezayê ye. Her tişt digûher e, heta yê tenê nagûher e gûhertin bi xwe ye, ev jî gotinekî feylesofên despêkê ye. Lê dogmatîzm derfetê gûhertinê nade, ger tarzê fikrandinê li hember gûhertinê bisekine wê gavê xweza bi xwe dikeve tevgerê, yê di kevin de israr dikin dirizîn ango bi kerasetên mezin ve wan hildiweşîn, ev jî zimanê gerdûnê ye. Mirov nikare bi tarzê fikrandinên berê roja me ya îro pêşwazî bike. Pozîtîvîzm tarzê fikrandina du sed salan berê ye. Dîroka dogmatîzmê herî kêm çar hezar salan heye. Di serdema qûantêmê de, em van tarzên kevin bi nasin û mêze bikin ku ka bê em çiqas di ya kevin de mane? Wê gavê emê bibînin ku di esas de, sedemê di cihê xwe jimartîn, sedemê paşketin ango rizandin û hilweşandinan, bingeha xwe ji tarzê fikrandinê digirin.
DOGMATÎZM ÇIYE?
Dema ji bo kesekî, beşekî civakê, olekî, fikrekî re tê gotin dogmatîk e, divê mirov çi fêm bike? Dîsa dogmatîzm bi xwe çiye, çawa pêş ketiye? Em hindek li bersiva van pirsan di hewildana xwe ya fêm kirina qalibên têk dibin de bigerin. Bi kûrtahî dogmatîzm şêweyekî fikrandinê ye. Lê ev ne fikrandinekî wiha ji rêzê ye. Hindek pîvanên wî yên nayên gûherandin hene. Dogmatîzm, tê wateya fikrê mûtleq. Ger mirov bi fikrekî ve çavkorî hatibe girêdan wê gavê li wir dogmatîzm heye. Dogmatîzm hişk e û ji gûhertinê re teqez girtiye. Gûhertin hêmana jiyanê ye. Lê dogmatîzm dijminê gûhertinê ye, miriyê kevne û di kevin de mayînê de israr dike. Ji nîqaşê re girtiye, her ya xwe mafdar dibîne. Dema li dervayî wî fikrekî pêş bikeve vî wekî êrîşekî dibîne û demildest xwe dikşîne qalikên xwe. Li dora xwe sûran, qelheyan dide ava kirin. Gotinekî civakî heye, ‘ma tîpên Kur’an’ ê ye. Ji xwe ev gotin yekser dogmatîzmê pênase dike. Çawa ku tîpên Kur’anê nayên gûhertin, zagonên dogmatîkan mîna wan tîpan nayên gûhertin.
Ferasete dogmatîzmê herî tûnd di olan de xwe dide der. Di dîn de dogma hene. Dogma çine, pîvan in. Pîvanên olî ti caran nayên gûhertin û li ser nîqaş nayên çêkirin. Dogmayîn dînî nayên rexne kirin, nayên şîrove kirin û nayên lêpirsîn kirin. Ji bo wî dema yek di ya xwe de israr bike wiha dibê; ”Xweda jî ji jorê bê, ez ji ya xwe danakevim”. Çima her carî ji ol mînak tên dayîn, ji ber ol di têşe girtina zihniyeta mirovahiyê de cihekî xwe yê pir girîng heye. Her wiha mirov dikare bibêje, yek ji ferasetên têşe girtiyê yê despêkê jî zihniyeta olî ye. Ji bo wî heta mirov vê ferasetê baş nasneke, nikare dogmatîzmê jî fêm bike. Di roja me ya îro de yên di herî pêşketî de jî qalibên dogmatîzmê hene. Ji ber ev qalib di hafizaya civakî de qaliba herî kevn e. Li kê dera ya ji xwe danakeve, tenê rastiyên xwe diparêze hebe, li wir kêm an zêde dogmatîzm heye. Dogmatîzm qalibekî olî ye. Her wiha mirov nikare bi hêsanî jê qût bibe. Di şaneyên mirovahiyê de xwe baş bi cih kiriye û di her pêvajoyê de bi tûndî xwe daye der. Taybetî bi rêka olan bûye tarzê jiyanê û wekî çand rûniştiye. Lewra mirov bi hêsanî dikare bibêje ku xûrtbûyina dewletê jî ji tarzê vê fikrandinê tê. Her çiqas di bingeh de têkiliyên jêr û jor hebin jî lê ewqas bi xûrtî serweriya dewletê ji zihniyeta dogmatîzmê ne qût e. Lê çima dogmatîzm di hafizaya civakî de ewqas bi hêz bûye û çima jê veger ewqas zehmet e?
Çend bersivên vê tiştê hene. Lê ya herî zû tê bîra mirovan zeîftiya însan e. Ji ber însan hem bi rêka dîn, hem jî bi rêka dewletê nasnameyekî ji xwe re dide ava kirin. Hêza ku ji xweda û dewletê tê diteyisîne kesayetiya xwe û bi vê ve jî xwe mezin dike. Lewra mirov dibê qey ew bi xwe bûye xweda ango dewlet. Ne balkêş e ku xelîfeyan ji xwe re gotine; ”Em siya xwedê ya li ser rûyê erdê ne”. Dîsa gotinekî ji bo Napolyon heye, dibê; ” yê dixûyê Napolyon e, yê dimeşe Fransa ye”. Van her dû mînakan jî didin nîşan dan ku ka bê fikra dogmatîzmê di kok de xwediyê bandorekî çawa ye. Di roja me de jî em mêze bikin, zilam xwe wekî dewletekî biçûk dibîne. Hêza dewletê derbasî şexsiyeta xwe dike û ku wekî dewlet ew bi xwe ye hikmê xwe dimeşîn e. Ji bo wî jî dogmatîzm wekî tê gotin, derbas kirina wî wiha ne hêsan e. Di kok de sedemên hebûnê, xwe ifade kirinê, xwe pênase kirinê hene. Yekê ku li hemberî dogmatîzmê şer bike, divê samîmî be ku dixwaze ew hêza ku ji xweda ango dewletê digire berde û bi cewherê xwe tevbiger e.
Di vê mijarê de mirov dikare mînaka serdema navîn bide. Ji ber di hemû pêvajoyên mirovahiyê serdema navîn wekî sembola dogmatîzmê ye. Di wê demê de bandora olî pir zêde ye û li ser giştî civakê hikmê xwe dimeşîne. Lewra kesên li hemberî vê hêzê derketine bi cezayên şewitandin û îdamê re rû be rû hatine. Mirov dikare du mînakan ji wê demê bide. Darazên engizisyonê li hemberî ronakbîrên civakê dema cezayên şewitadinê didin, dibên; ”Em agir pê bixin, ger sûcdar be ji xwe ewê bişewite, ger neşewite ne şûcdar e”. Dîsa di nêçir kirina jinan de jî ev rêbaz dixin meriyetê, dest û lingên jinan girêdidin. Hesinekî giran bi wan ve di aliqîn in û berdidin golê. Dibên; ”Ger sûcdar be ewê bifetise, ger ne sûçdar be ewê xilas bibe”. Ji xwe di her du mînakan de jî dixûyê feraseta dogmatîzmê çiqas tûnd e. Ya girîng biryara daraza engîzîyonê ye, ew biryare ku divê ew kes bê îdam kirin, sûcdar be an nebe, ferq nake, di encam de ewê biryara kûştinê pêk bê. Ji ber rastiyên engîzîsyonê di ser her tiştî re ne û ya girîng biryar bi xwe ne. Bi hezaran mirovên mîna van bê sûc hatin şewitandin, fetisandin, çermê li ser laşê wan hat gûrandin. Kesên ku xwestin li hember vê ferasetê derbikevin, bi qasî sê sed salan, di bin erdan de, di kûrahiya daristanan de xwe bi dizî rêxistin kirin. Da ku bikaribin hêza engîzîsyonê hindekî bişkînin.
Taybetmendiya herî neyînî ya dogmatîzmê jî jiyanê di cemidîne. Herikabariya jiyanê, dewlemendiya wî di bin ferasetên dogmatîzmê de hişk û ziwa dibin. Ji ber dogmatîk tenê yek aliyekî jiyanê dibîne. Yan reşbîn û qedercî ye, yan jî ji pirsgirêkên jiyanê qût li hewayê digere. Yan di bin erdê de jiyan dike, yan jî li ser asîmanan difirie. Lingê dogmatîk ti caran erdê nagire û ji rastiya xwe pir ditirse. Ew jiyana ku fêr bûye berde, ewê kesayetiya wî hilweşe, vê baş dizane. Ji ber aîdê xwe, aîdê cewhera xwe ti rastiyekî peyda nekiriye, xwe ava nekiriye, ji xwe ditirse. Her di bin sîwana dîn û dewletê de bûye mûmînekî baş, bûye memûrekî girêdayî. Lê ti caran rîsk nedaye ber çavê xwe ku jiyanê kişf bike. Her wiha dogmatîzm tenê ‘yê xwe’ û ‘xwe’ dibîne, dervayî vî ti kes, ti fikir, ti jiyan nîne. Ger hewildanekî bi vê rengê derbikeve pêşiya wî, şûrê xwe dikşîne û dikûje. Ev jî dibe sedem ku civak û kes neçarî qedera xwe bibin. Yên di nava pergalên dewlet û dîn de dijîn, pirî caran dibên; ‘’Wisa hatiye, ewê wisa biçe’’. Ango; ‘’Qedera me wiha hatiye nivisandin, em neçarî qedera xwe ne’’. Di dawiya dawî de jî rizandin dibe qedera dogmatîkan, hilweşandin jî qonaxa dawî ya dogmatîzmê ye. Li cihekî jiyan neherike, li wir hilweşandin qeder e. Reber Apo ji bo dogmatîzmê dibê, ji dîrokê ve heta niha nexweşiya herî xedar e, fikrê mirovan kor dike, ji bo fikrên azad pêş bikevin divê mirov xwe ji vê nexweşiyê rizgar bike. Ger hêza mirovan ya fikrê hebe, dibê hêza mirovan ya kirinê jî hebe, bi qasî fikrandin, ewqasî jî kirin dermanê dogmatîzê ye.”