Rêber Apo çavkaniya demokrasiyê ye

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Barîn Sorxwin diyar kir Rêber Apo ji bo tevahî cîhanê çavkaniya azadî û demokrasiyê ye û got, “Li cihê paradîgma Rêbertî hebe, serketin, azadî û wekhevî misoger e.”
Yek ji gaziya şer û endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Barîn Sorxwîn li ser pêvajoya Rêber Apo daye despêkirin û geşedanên pêvajoyê ji malpera me re axivî
Barîn Sorxwîn destnîşan kir ku ji 27’ê Sibatê ve Rêber Apo pêvajoyeke nû daye despêkirin û got, “Ev pêvajo hem ji bo Rojhilata Navîn û giştî cîhanê gelekî girîng û stratejîk e. Banga Rêbertî ya bi dîmen jî hêz û qewet da me. Mirov dikare bêje pêvajo astek derbas kiriye. Li ser daxwaza Rêbertî li meclîsê komîsyon hat avakirin. Rêber Apo ji bo pirsgirêk bi rêyên aştiyane û diyalogê çareser bibin ev pêvajo pêş xistiye. Bangên Rêber Apo li ser tevahiya Rojhilata Navîn bandoreke erênî çêkiriye. Li ser bangên Rêbertî Tevgera Azadiya çek dan sekinandin û li ber çavên hemû cîhanê bi merasîmekê komeke gerîla çek şewitandin.”
Gaziya şer Barîn anî ziman ku tevî pêvajoya bi banga Rêbertî destpê kir û aliyê Kurd gelek gav avêtin jî di zîhniyeta dewletê de hê jî ti guhertineke berbiçav xuya nake û wiha domand, “Feraseta tekperest û û neteweperestiyê ya li Tirkiyeyê li pêşiya aştiyê astengiyeke herî mezin e. Pirsgirêka Kurd tenê bi komîsyonê çareser nabe. Pêdivî bi lihevkirineke berfireh heye. hewceyî bi aştiya civakî heye. Fikrên Rêber Apo li ser esasê jiyaneke azad in. Kurdên hebûn û tinebûna wan dihat nîqaşkirin, îro bi saya Rêber Apo û şehîdan destketiyên gelek mezin ava kirine.”
‘Li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwin’
Barîn Sorxwîn der barê gefa Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got, “Îro hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî azad pêkve dijîn. Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn mînak e. Modela Rêveberiya Xweser ji paradîgma Rêber Apo tê. Şoreşa 19’ê Tîrmehê, li hember pergalên desthilatdar û yekperest alternatîfeke herî guncav e ji bo azadî û wekheviya gelan. Dewleta Tirk û rayedarên wê li aliyekî dibêjin em xwişk û bira ne, li aliyekî gefan dixwin û êrîş dikin. Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe tahlûke dibînin. Bi taybet jî bi şerê taybet dewleta Tirk hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlîheviyan derxe. Em weke gaziyên şer bi ti awayî wan gefan qebûl nakin. Rêber Apo ji bo tevahî cîhanê çavkaniya azadî û demokrasiyê ye. Li cihê paradîgma Rêbertî hebe, serketin, azadî û wekhevî misoger e.”
‘Pûçkirina planên xerab erka me ye’
Barînê axaftina xwe wiha domand, “Wê Sûriyeyeke nenavendî û modela rêveberiya xweser bi ser bikeve. Gel û baweriyên cuda yên li tevahiya Sûriyeyê dixwazin bi rengekî wekhev û azad bijîn. Em weke jin û bi taybet gaziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erka me ya esas ew e, lîstik û planên xerab pûç bikin.
Gaziya şer Barîn Sorxwîn destnîşan kir ku pêşketina jina azad bi ramanên Rêber Apo re, rê li ber jiyaneke mirovatî bi hesreta wê ye vekiriye û di vê xisûsê de ev nirxandin kir, “Jinê di rastiya Rêbertî de hebûna xwe dît. Herî zêde yên xwedî li ramanên Rêbertî derkevin hewce ye jin û ciwan bin. Her wiha em weke gaziyên şer û jin divê di rastiya Rêber Apo de xwe kûr bikin. Divê jin bi fikir ramanên Rêber Apo re tijî tijî bijîn. Rêber Apo cewherê jinê ji nû ve derxist ser rûyê erdê. Hêza jin nîşanî her kesî da. Li ser vî esasî ez bang li jin û ciwanan dikim ku berê xwe bidin nav refên QSD’ê, YPG û YPJ’ê. Ji hemû hevalên li qadan têdikoşin û ji gelê me re serketinê dixwazim.”