Em ê bi rola xwe rabin

Egîd Efrîn ê yek ji gaziyên şer e diyar kir ku Rêber Apo têkoşîneke bêhempa û rawestan pêş xist û got, “Rêber Apo diyar dike ku xwedî hêz û sebreke pir mezin e û ji her demê, zêdetir jî bi hêvî ye. Hewce ye em jî weke gaziyên şer di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabin.”

Rêber Apo 27’ê Sibatê ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalog û aştiyê çareser bibin “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Ev banga Rêber Apo tenê ne li herêmê li tevahiya cîhanê deng veda. Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziyê şer Egîd Efrîn têkildarî vê bangê û têkoşîna Rêbertî ya zêdetirî nîv sedsalê yê axivî.

Egîd Efrîn anî ziman ew timî xwe deyndarên Rêbertî his dikin û got, “Weke gaziyên şer, şervan, jin û tevahî civak divê di hêla fikir, zikir û çalakiyê de em xwe sererast bikin û xwe di serketinê de kilît bikin da ku em karibin tişta Rêbertî ji me dixwaze em pêk bînin. Rêber Apo di nava 52 salan de têkoşîneke muezem meşand, hemû hêza xwe seferber kir da ku mirov bi azadî bijîn. Meşa Rêber Apo bi sebir, felsefe, zanebûn, hostatî û kedeke pir mezin pêk hat û hê jî didome. Rêber Apo diyar dike ku xwedî hêz û sebreke pir mezin e û ji her demê, zêdetir jî bi hêvî ye. Hewce ye em jî weke gaziyên şer di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabin.”

Gaziyê şer Egîd diyar kir ku Rêber Apo timî bi bi kelecan û coşeke têkoşîn dike û wiha axivî, “Mirov ji têkoşîn û berxwedana Rêber Apo îlham digire. Jixwe dema mirov li ser kesayeta Rêber Apo û hunera Rêbertî ya rêvebirinê dihizire, mirov gelekî matmayî dimîne û dibêje ku em gelê Kurd gelekî bi şans ku xwedî Rêberekî weke Rêber Apo ne. Têkoşîna Rêbertî ji bo gelan bû hêvî û hêza xwe li ser tîrêjên wê ronahiyê bi rêkûpêk bikin da ku azad bijîn, xwe ji komkujî û înkarê rizgar bikin.”

Egîd Efrîn bal kişand Rêber Apo Kurdên hemdem îro ji mirovahiyê re bûne rêzan û ev xisûs anî ziman, “Ji roja ku Rêber Apo dest bi têkoşîna şoreşgerî kiriye, heya kêliya niha her di asteke herî bilind de xebitiye. Qet rojekê jî têkildarî rewşa xwe gilûgazincek nekiriye. Ji bo pergala civaka demokratîk kedeke mezin dide. Jixwe sira felsefe û zanistiya Rêber Apo jî di rêbazên wî yên têkoşînê de ye. Hîn jî bi heman tempoyê têkoşîn dike.

Gaziyê şer Egîd Efrîn di dawiyê de jî têkildarî BangaAştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wiha got, “Pêwîst e di vê pêvajoyê de her kes destê xwe bixe bin kevir û di têkoşînê xurt bike. Divê em berxwedana Rêbertiya xwe bigihînin serketinê û paradîgmaya Rêbertiya xwe di nav hemû gel û baweriyan de pêş bixin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button