Yên rast bijîn wê rast jî kar bikin
Hêvî Dêrik

Di dîrokê de gelek kesayet hene ku nav û dengê xwe vedane û derketine asteke herî bilind. Ji hinekan re jî gotine, “serokên siyasî”, ji hinekan re jî gotine, “fermandarên leşkerî” û ji hinek jî weke “rêberên civakî” hatine binavkirin. Çima wiha ji wan re hatiye gotin? Ji ber di kesayeta her yekî ji wan de milekî bi hêz yê berbiçav heye. Wan bi jêhatîbûna xwe li her deverê bandora xwe çêkirine û şopa xwe hiştine. Ev kesayetên wiha ku me qala wan kir, her tim di jiyana xwe de cuda ne. Tekez ew ne kesayetên wiha ji rêzê ne. Ji ber vê cewaziyê kesayet, xislet û huner û exlaqê wan tesîreke pir mezin li ser civakê çêkiriye.
Baş yan jî xerab ya girîng ew e wê bi sedê salan neyên jibîrkirin. Weke nimûne Skenderê Makedonî yê bi awayê Skenderê Mezin yan jî Skenderê Zûlqerneyn ango Skenderê Dusedsalan heye. Ew bi xwe kesekî leşker bû. Mirov dikare bibêje ku Skender yek ji împaratoriyên herî mezin ê di cîhanê de ava kir. Ti şeran de jî bi bin neket. Xalid Bin Welîd jî fermandarekî leşkerî yê pir xurt ê Mislimanan bû. Bi pêxember Muhammed re dibû alîkar. Bi wêrekî û qehremaniya xwe dihat naskirin. Ew jî di ti şeran de têk neçû. Di şerê xwe de gelek xurt û jêhatî bû. Cengîz Xan jî bi heman rengî damezirînerê, Împaratoriya Moxolan bû. Tê gotin ku wî di dîroka mirovahiyê de împaratoriya herî mezin ava kiriye.
Her wiha yek ji serokên civakan Gandî jî heye. Gandî gelekî têkoşiya heta ku Hindistan ji destê Brîtanyayê rizgar kir û gelê xwe gihand azadiyê. Dîsa Nelson Mandela jî li dijî nîjadperestiyê têkoşiya û bû yekem serokê reşik ê Başûrê Afrîkayê. Bi hezaran kesayetên wiha yên mohra xwe li dîrokê xistine hene. Bêguman her çiqasî wan di demên xwe de ji bo civakê tiştên erênî kiribin jî, misoger milên wan yên kêm jî hene. Lê divê em qebûl bikin ku wan kesayetan rolên xwe yên erênî lîstine û ji bo civakê tiştên baş kirin. Ew di hafizeya civakê de her û her zindî mane. Ji ber li paş xwe ji civakê re mîrasek hiştine.
Di vê mijarê de Rêber Apo dibêje ku ne girînge mirov bijî, ya girîng ew e mirov li pey xwe tiştekî bihêle da ku bide nîşan ku mirov jiyaye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî cihekî xwe di nava dil û mejiyê civaka Kurd de çêkiriye. Ji ber dema ku Rêber Apo dest bi meşa azadiyê kir rewşa gelê Kurd gelekî wêran bû. Pergala faşîst û desthilatdar gelê Kurd xistibû goreke tarî û ser girtibû. Hebûna Kurdan înkar dikir, heta bi lêvkirina navê wî jî qedexe kiribû. Lê bi kar, xebat û têkoşîna Rêber Apo ya 53 salan ew gelê ku hatibû binaxkirin, careke din derket ser dika dîrokê û hêviyên xwe yên jiyanê vegerand.
Hêja ye mirov bal bikişîne ser û bi lêv bike ku fikir û felsefeya Rêber Apo gelê Kurd hişyar kir û têkoşîn pê da kirin. Rast e têkoşîna Rêber Apo pêşî li Kurdistanê, bi demê re jî li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê pêş ket û şaxên wê li her cihî belav bûn. Ew têkoşîn bû ronahî, felsefe û hêvî. Gelê Kurd, gelên RojhilataNavîn, jin û mirovên azadîxwaz serwext kir.
Cudahiya kesayeta Rêbertî jî ew e ku gelê Kurd kir yek. Bi felsefeya xwe gel hişyar kir. Kurd rakirin serhildanê. Ji bo li vîna xwe xwedî derkevin û xwe zana bikin, ket nav hewldaneke muezem.
Felsefeya Rêbertî bû gerdûnî. Felsefeyeke wele ye mirovahiyê serwext dike, pêşde dibe. Rêber Apo ne rêberekî demkî, daîmî û dîrokî ye. Rêberên dîrokî jî şopên mayînde li pey xwe dihêlin.
Dema mirov têkildarî kesayeta Rêber Apo dixwîne, di mejiyê mirov de pirseke bi awayê, “Gelo ev kesayeta bi hêz a Rêber Apo ji ku tê?” çêdibe. Cihê Rêber Apo lê hatiye dinyayê cihekî çawa ye? Herêma lê çêbûye navenda Şoreşa Neolîtîkê ye. Şoreşa Neolîtîk di dîroka mirovahiyê de weke şoreşa herî mezin tê naskirin. Li gora lêkolînên hatine kirin; navenda wê Ûrfa (Ruha) ye. Rêber Apo li Ruhayê ji dayik bûye.
Yanî li navenda Şoreşa Neolîtîkê hatiye dinyayê. Li wê herêmê hîn jî bandor û taybetmendiyên wê şoreşê hene. Wekî din,jî li wê herêmê netenê Kurd; Ermenî, Asûrî, Tirk û Tirkmen jî hene û bi hev re dijîn. Wê demê mirov van gelan hemûyan û taybetmediyên wan dibîne. Mirov ji wan gelek tişt digire û bandora wan li ser mirov çêdibe. Ev di mirov de dewlemendiyê çêdike. Dîsa li vê herêma ku Rêber Apo lê hatiye dinyayê eşîret, qebîle û mezheb jî hene. Ji vî aliyê xwe ve jî pir dewlemend e. Di heman demê de li wê herêmê çînayetî jî pêşketî ye. Çîn hene û di navbera wan çînan de şer heye.
Di navbera kes û civak, zayend û ferd, civak û dewlete, civaka jêrîn û ya jorîn de nakokî hene. Di navbera şaristaniya dewletê esas digire û bermahiyên neolîtîkê de nakokî hene. Rêber Apo li gund û malbateke ku ev hemû nakokî tê de hene mezin bûye. Ev cihê lê çêbûye cihekî wiha ye. Ew di nava van dewlemendî û rastiyan hemûyan de çêbûye û van taybetmendiyan jî bandoreke xurt li ser jiyan û kesayata Rêbertiyê kiriye. Di encamê de Rêber Apo li ser vê rewşê hiziriye û ji bo ku jêre çare bibîne li ser van nakokiyan gelekî serê xwe êşandiye. Dev jê bernedaya heta ku ji her yekê re bersiv peyda kiriye û paşê ketiye nava hewldanên çareseriya vê rewşa heyî.
Ya hîn zêde bala mirovan dikşîne ew e, Rêber Apo ji zaroktiya xwe de dikeve ferqa vê rewşa sosret û li hember hişmendiya deshilatdar serî radike. Ji lewra mirov dikare bêje ku Rêber Apo ji heft saliya xwe de şoreşger e. Wî ti caran xiyanet li xeyalên xwe yên zaroktiyê nekir. Ji bo wan xeyalên xwe pêk bîne, hedef û armancên xwe bîne cih, bêrawesatan xebitiye. Heta roja îro jî tevî di nava çar dîwaran de ye jî têkoşîna xwe nasekinîne. Li pey wan armanc û xeyalên xwe ye. Ji bo Rêber Apo her tim serkeftin esas e.
Rêbertî ti carî binkeftinê napejirîne. Em dikarin bêjin ku di her gaveke xwe de serkeftî ye. Bi paradîgmaya xwe demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, her wiha bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a da destpêkirin, cîhan rakiriye ser piyan. Îlhama têkoşîna ji bo azadiyê di her jin û mirovî de bilind kiriye. Di civakê de hestên îsyanê li hember hişmendiya kujerê kastîk, kujerê mirovahiyê, modernîteya kapîtalîst pêş xistiye. Lêgerînên jiyana azad di mirovahiyê de xurt kiriye. Kesayeta Rêber Apo heqîqeteke welê ye mirov nikare piştguh bike. Ji ber civaka Kurd û mirovahî beriya derketina felsefe û çanda Apoyî di rewşeke gelek kambax de bû.
Lê îro mirov dibîne ku li her derê serhildan, têkoşîn, berxwedan û parastina nirxên dîroka xwe heye. Li hember siyasetên înkar û qirkirinê yên hêzên dagirker hişyarî, helwest û cesaret heye. Ji ber hêzeke bîrdozî, leşkerî, rêxistinî û civakî heye. Êdî civak gihiştiye asta karibe bêyî hêza dewletê xwe bi rê ve bibe. Ne muxtacê ti hêzek din e. Lewma bi hêz û vîna xwe, dikare xwe bi rê ve bibe. Dewletên netewe, hêzên hegemon û deshilatdar êrîş dikin. Êrîşên ku îro li ser Kurdistanê û bi taybet li hember Rojavayê Kurdistanê çêdibin, bi esasî li hember paradîgma û felsefeya Rêber Apo ne.
Ji ber pergala serwer Rêber Apo ji bo berjewendiyên xwe yên deshiltdariyê wekî metirsî dibîne. Bi taybet di vê pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de gelek êrîşên tund li ser Rêbertiyê hene. Armanc jî ew e ku kesayeta Rêber Apo li ber çavên gelan reş bikin û gel dev ji Rêbertiyê berdin. Lê her ku êrîş zêde dibin, gel hê zêdetir girêdana xwe ya bi Rêbertiyê re xurt dikin. Ji ber ku gel hebûn û tinebûna xwe di felsefeya Rêbertiyê de dibînin.




