Ya girîng têkoşîna ji bo jiyana azad e

Gaziya şer Bêrîvan Koçer bal kişand ser rewşa xelkên ji ber şer koçber bûne û got, “Rewşa tevahiya gelên Sûriyeyê kêm zêde mîna hev e. Ya herî girîng ew e mirov timî ji bo jiyaneke azad, wekhev û xweş têkoşîn bike.”
Ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek welatî neçar man cih û warên xwe terk bikin. Bi zivistanê re jî rewşa koçberan pir xerab bûye. Gaziya şer Bêrîvan Koçer têkildarî mijarê nêrînên xwe anîn ziman.
Bêrîvanê diyar kir zêdetirî 15 salan e xelkên Sûriyeyê di nav şer û pevçûnan de ne û ev anî ziman, “Ji ber êrîşan mirovan warên xwe terk kirin. Li hemberî zor û zehmetiyên demsala zivistanê têkoşîn dikin. Gelek zehmet e mirov li ser xaka welatê xwe koçber be. Lê rastiyên wiha bi jan li welatê me têne jiyîn.”
Gaziya şer Bêrîvan destnîşan kir ku yên herî zêde ji şer û pevçûnan, ji koçberî û xizaniyê bandor dibin jî jin û zarok in û ev got, “Rewşa bi hezaran zarokên di vê sir û seqemê de pir xerab e. Ev meseleyeke mirovî û exlaqî ye. Hewce ye ev rewş bi dawî bibe. Kesên ji cih û warên xwe qut bûne divê karibin vegerin warên xwe.”
Têkildarî rewşa li Sûriyeyê jî Bêrîvan Koçer wiha axivî, “Teqez wiha nabe û divê pirsgirêkên xelkên Sûriyeyê werin çareserkirin. Pêwîst e xelkên herêmê jî çalak û xwedî helwest bin. Hewce ye xwe rêxistin bikin, komînên xwe çêbikin û timî xwe perwerde bikin. Rewşa tevahiya gelên Sûriyeyê kêm zêde mîna hev e. Ya herî girîng ew e mirov timî ji bo jiyaneke azad, wekhev û xweş têkoşîn bike.”
Gaziya şer Bêrîvan Koçer axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Hişmendiya şerxwaz hê jî li Sûriyeyê xwe berdewam dike. Êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşaneya wê ne. Hewce ye teqez pêşiya wan êrîşan werin girtin û dawî li hişmendiya şerxwaz were. Pêwîst e hemû pêkhateyên li Sûriyeyê xwe di warê parastina rewa de perwerde bikin, karibin xwe bi hêza xwe ya cewherî biparêzin. Ev ji bo jiyaneke bi ewle û demokratîkbûna hemû Sûriyeyê nebe nabê ye.”




