Xwedî hevaltiyeke rast bûn

Gaziyê şer Karwan Kobanê diyar kir ku şehîd Hogir Amed û Serkêş Riha xwedî hevaltiyeke durist û rast bûn û got, “Bila her kes zanibe ku weke şervan û gaziyên Apoyî em ê timî li ser rêya şehîdên xwe bimeşin.”

Gaziyê şer Karwan Kobanê di yekemîn salvegera şehadeta gaziyên şer Hogir Amed û Serkêş Riha yên 11’ê Mijdara 2024’an bi hevalê xwe Hemze Serêkaniyê re di encama êrîşeke bombeyî de şehîd bûn ji ajansa me re axivî.
Gaziyê şer Karwan Kobanê di destpêkê de di şexsê Hogir Amed, Serkêş Riha û Hemze Serêkaniyê de tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got, “Min cara yekê hevalê Hogir di pêvajoya berxwedana rûmetê ya Serêkaniyê de nas kir. Bi sekn, axaftin û kesayeta xwe bi rastî jî pir bal dikişand. Tevî birîndariya xwe jî ji ser rûyê wî ken kêm nedibû. Her di nav livûtevgerê bû. Nêzîkatiyên wî yên ji hevalan re pir ji dil bûn. Wekî gaziyekî şer, hevalên xwe yên gazî pir baş fêm dikir û li gor wê bi wan re eleqedar dibû.”
Karwan diyar kir ku şehîd Hogir timî hevalên li cem xwe teşwîqî perwerdeyê û bi taybet xwendina parêznameyên Rêbertî dikir û wer dewam kir, “Perwerde ji bo heval Hogir yek ji pîvan û rêzika jiyana wî ya şoreşgerî bû. Di her sohbet û axaftina xwe de behsa Rêbertî, şehîdan û Tevgera Azadiyê dikir. Di heman demê de dilsozê gelan bû. Ji bo paradîgmaya Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş bikeve di nav hewldanên mezin de bû.”
Gaziyê şer Karwan Kobanê têkildarî tarzê xebatê yê şehîd Hogir jî ev xisûs anî ziman, “Heval Hogir bi rastî jî kar û xebateke li ser esasê xeta Apoyî dimeşand. Hêza wî ya îqnayê pir xurt bû. Dema hevalek ji bo karekî wezîfedar dikir, pê dida fêmkirin. Hemû hevalên gazî yên herêma Cizîrê dixwestin di bin berpirsiyartiya heval Hogir de bixebitin. Mirov li cem heval Hogir pir rehet bû. Heya hevalekî negotiba, “Heval Hogir berpirsiyarê komeleya gaziyan a herêma Cizîrê ye kesî nizanîbû. Hevalekî pir dilnizm û mutewazî bû. Ligel vê di pîvan û sekna rêxistinî de qet tawîz nedida. Timî diyar dikir ku gaziyên şer pêşengên şoreşê û digot, ‘Hevalên gazî pir pîroz in. Lewma divê li gor vê pîroziyê tevbigerin û bixebitin.’ Heval Hogir bi jiyan û têkoşîna xwe sembola fedakarî û cesaretê bû. Ji heval Hogir fêrî gelek tiştan bûm. Yek ji wan a girîng jî ew bû pirsgirêk çiqasî mezin bin bila mezin bin bi aqlê selîm, aram û bi rengekî avaker nêz dibû. Reflek û helwestên wî bi temamî yên şervanekî dildarê şehîdan bû.”
Têkildarî şehîd Serkêş jî gaziyê şer Karwan Kobanê got, “Min hevalê Serkêş li cem heval Hogir nas kir. Hevalekî di berxwedana serdemê ya Efrînê de lingekî xwe winda kiribû. Heval Serkêş tevî bi lingekî jî bû qet ji nav hêzên eskerî derneket. Weke fermandar jî pir hêja û jîr bû. Heval Serkêş û heval Hogir pir ji hevdu hez dikir. Berê bi hevdu re xebitîbûn. Lewma girêdaneke wan a bir hêja û li ser esasê pîvanên tevgerê hebû. Her du heval jî xwedî hevaltiyeke durist û rast bûn. Dilsozên xak û gelên xwe bûn.”
Gaziyê şer Karwan Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Bila her kes zanibe ku weke şervan û gaziyên Apoyî em ê timî li ser rêya şehîdên xwe bimeşin. Rêya şehîdan rêya herî muqeddes û rast e. Em ê li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo, hevî û armancên şehîdên xwe bînin cih.”




