Xelkê herêmê û gaziyên şer li gelek bajaran derketin qadan

Xelkê herêmê û gaziyên şer ji bo piştgiriya bi Berxwedana Rojava û misogerkirina mafên gelê Kurd li gelek bajaran derketin qadan.
Bi hezaran şêniyên Rojavayê Kurdistanê li gelek bajaran ji bo piştgiriya xwe ya bi Berxwedana Rojava re nîşan bidin û misogerkirina mafên gelê Kurd bi coş herikîn qadan.
Di meşên veguherîn mîtingan de hat diyarkirin ku îradeya gelan ji hemû hewldanên çewisandinê xurttir e û divê weke her gelî mafê gelê Kurd jî were misogerkirin.
Meş û mitîng bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bûn.




