Welat

CÛDÎ CIZÎR HELBEST

 

Çar demsal hene mîna çar parçeyê welat

Her yekê bi xemleke cuda xwe welat belav kir

Çar perperîkên xweşik hene mîna çar parçeyê welat

Her yek bi mizgîniyek xêrê li ser welat firiya

Çar kulîlk hene mîna çar parçeyê welat

Her yek bi rengekî li welat hêşîn bûn

Çar sînorên qedexekirî hene mîna çar parçeyên welat

Her yek bi têleke hûnandî xwe li welat pêça

Çar darên mirazan hene mîna çar parçeyên welat

Her yek bi daxwazekê xwe li welat girê da

Çar stran hene mîna çar parçeyên welat

Her çaran bi govenda azadiyê welat geş kir

Çar çiya hene mîna çar parçeyên welat

Her çar bûne navenda parastina welat

Çar kezî hene mîna çar parçeyên welat

Her keziyek bûye şahidê doza welat

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button