Weke her hebûnê jin jî li pey azadiyê ye
Rojda Dêrik

Di têkoşîna neteweya demokratîk de, pêşengtiya jinê yek ji mijarên herî sereke û girîng e. Jin bi têkoşîna xwe ketin rêza xwedawendên pîroz û cihê xwe di nav fikir, ruh û hestên civakê de çandine. Bûne weke stêrkên li asîman.
Em hemû jî dizanin ku Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê hatiye naskirin, tevahî jinan û civakê jî şahidî jêre kirine. Hîn jî ew têkoşîn bi dijwarî berdewam dike û diçe serketinê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî diyar kiriye ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Ew şoreş li cîhanê li ser vî esasî navdar bûye, hatiye naskirin û deng vedaye.
Jinên di şer û cengê de cihê xwe di refên herî pêş de girtin, fermandarî ji ciwanan re kirin, bi qehremanî gihiştin şehadetê û bûn pêşengên pîroz. Wan lehengan bandora xwe li ser tevahî civakê kirin. Jinên çalakvan ji dil û can têkoşiyan, bûn abîdeyên azadiyê û bi navê wan sond hatin xwendin.
Bi sedan şervanên nû navê wan pêşengên bilind rakirin. Ew şervanên roj û ronahiyê ji jinên cîhanê re bûn mîrateya jinwarî ya pêşeroja wekhev û azad.
Şer, ceng û berxwedana jinan bû çavkaniya têkoşîna xwebirêvebirinê û siyaseta demokratîk. Niha jî em dibînin jin li ser wê berhema dewlemend xwe bi rêxistin kirine û ji mêran jî zêdetir çalak dibin.
Çawa jin bi kelecan û biryardarî beşdarî şer û cengê bûn, niha jî bi heman rengî xebatên civakî pêş dixin, hewl didin rola xwe ya pêşengtiyê ji pêşveçûna civaka exlaqî û polîtîk re jî bikin.
Di roja me ya îro jin weke hêza herî aktîf di her qadên jiyanê de dixebitin, hewl didin civakê bi çanda Apoyî perwerde bikin. Ev jî cihê rûmet, kelecan û serbilindiyê ye.
Weke diyar dibe jin bûne çavkaniya hêza rêxistinî û pratîzekirinê. Ya herî giring jî divê ji hêla civakê ve jî rastiyên heyî werin dîtin. Hewce ye mêr jî li xwe mukir werin. Ew jî ji xefka pergala desthilatdar derkevin, li kêleka jinên çalakvan û azadîxwaz têbikoşin. Çawa her hebûn li pey azadiyê ye jin jî li pey azadî û xwebûnê ye.
Ji bo pergala mêrperest û desthilatdar sînordar bibe, guhertin û veguhertin çêbibe, teqez çi jin û çi jî mêr divê xwe ji rewşa zemînê koledariyê derxin. Pêwîst e pergalê neçarî guhertinê bikin. Weke min li jor jî da diyarkirin divê mêr rola xwe ya di guhertin û veguhertina pergalê de pêk bînin.
Bêguman em haj lê bûn ku ne tenê 5 hezar sal e, 30 hezar sal e ku hişmendiya mêrê qatil kastîk derketiye ser dika dîrokê û teqez guhertina wê jî wer besît nîne. Lê dema jin û civak xwe bikin yek û rêxistin bikin wê ti hêz nikaribe vîna wan bandor bike û ji sedî sed wê serketinê bi dest bixin. Wê bi vî rengî tesîra pergalê kêm bibe. Wê demê jî pergal ji mecbûrî wê jin û civakê bibîne û xwe biguhere.
Weke ku tê zanîn mêr jî nîvê vê civakê ye. Dema ew nîvê civakê xwe rêxistin bike û têkoşînê pêş bixe, wê pergala ji kêm kesên desthilatdar pêk tê neçar bimîne xwe biguhere. Wê demê veguherîna civakê bi rengekî xwezayî çêdibe û wê pêşveçûna civakê jî gerdûnî bibe.