Wê tola wan pêşeng û qehremanên weke Qazî Muhemed li erdê nemîn e
Gaziyê şer Azad Efrîn

Gelek pêşeng û serkêşên Kurdan çûne ber sêdarê. Di dawiya gelek serhildanana de me weke rêber û serokên xwe wenda dikirin. Ev rewş ji bo me weke milet bîranînên gelekî zehmet û dijwar in. Tişta herî dijwar jî ew e hîn ev rewşa me berdewam dike. Niha dema ku ez qal dikim jî gelekî zehmetiyê dikişînim. Ji ber wê em weke Kurd pir hestiyar bûne. Her çiqasî zanebûna neteweyî çêbûbe jî rola hestiyariyê heye û divê em hîn xurttir li hevdu xwedî derkevin.
Pêwîst e em ji bo azadiya Rêber Apo cane xwe jî bidin. Ji ber Rêbertî me weke Kurd ji sêdarê rizgar kirin. Niha jî me dike pêşeng û serkêşê mirovahiyê. Divê em jî li gorî wê derkevin û ji xwe bawer bin. Ez bi hurmet û minetdarî serokê Kurdan Qazî Muhemed û hevriyên wî bi bîr tînim û bejna xwe li ber heybet û mezinahiya wan a dîrokî ditewînim. Hewce ye em her dem wan bi bîr bînin û xwedî kar û xebat bin. Jixwe serdema xeberdan û şîroveyan çûye. Serdema cidiyetê hatiye û em ê derfet nedin ti kes zimanê xwe dirêj bike û vala vala êrîşî pêşengên Kurdan bikin.
Rehmetiyê Salih Muslim jî pêşengekî Kurdan bû. Bi salan têkoşîn kir, lê tevî wê jî gelek şexsên ku ne hêjayî çend qirûşane vala vala zimanê xwe dirêj dikirin û êrîşî Bavê Welat hevalê Salih dikirin. Ew kes gelek pêşengên Kurdan ên din jî dikin hedefa xwe. Ez jî pirs dikim gelo ew ên ku êrîşî wan pêşengan dikin çiqasî xizmeta welat û gelê xwe dikin? Ez ê bibêjim ew kesên êrîşkar tenê zimandirêjiyê dikin, welat û gelê xwe ji bo rutbe û payan difiroşin. Ji ber wê mafê wan tineye ku êrîş bikin û mirovan jî reş bikin.
Jixwe Rêber Apo Kurdê ku diçû ber sêdarê rizgar kir û tola Qaziyan jî rakir. Darvekirina pêşengên Kurdan bi dawî kir. Ez careke din Pêşewa Qazî Muhemed û hemû serkêşên Kurd ên wê demê bi bîr tînim û dibêjim tola wan tê rakirin, bila ew jî di nava mezelê xwe de aram bin û haj lê hebin ku tola wan tê rakirin.




