Wê bi berxwedan û têkoşînê serkeftin were qezenckirin
Leyla Amûdê

Zêdetirî 30 hezar sal e pergala desthilatdar xwe weke çengên axtapotê li ser mîrateya kujerên kastîk dide jiyandin. Civak jî di nav wan çengên xwe de hêsîr girtiye û nefes li mirovahiyê çikandiye. Her diçe wan hîn zêdetir dihinciqîne û wiha li wan kiriye ku li ber fetisînê ne. Pergala desthilatdar nexasim jî di serdema dewletên sermayeparêz de bûye weke dînazorên ku wê nifşên xwe biqedînin û cîhaneke ji teknolojiyan çêbikin. Wê li şûna mirovan robotan saz bikin û mirovan ji ser rûyê erdê pak bikin. Lê wê dinya ji wan re jî bibe weke dojeha sincirî û wan jî di navê de tine bike. Dojeh cihekî wiha ye ku kesên tawanbar diçine. Kujerên kastîk jî tawanbar in. Wê di nava dojeha gelan de werin biraştin û wê têk biçin li hember vîna gelan û têkoşîna wan.
Gelo kujerên kastîk çi zewqê ji rijandina xwîna mirovan digirin û wê heya kengî wiha berdewam bikin? Teqez divê were zanîn ku kujerên kastîk ên weke çeteyên DAÎŞ, HTŞ, dewleta Tirk û komên tundrew ne xelkên vê axê ne. Ji welatê xwe hatine qewitandin. Kesên kujer in û dema tevgerên kujer ên weke xwe dîtine û çûne tevlî wan bûne. Ew kesên wiha serserî û kujer dema beşdarî van hêzên me li jor bi nav kirin dibin her cure hovîtî û barbariyê dikin. Me dît ku zilamekî ji welatê Misrê bi rêya medyayê behsa kurê xwe yê tevlî êrîşên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûye dikir. Bi rastî dema ku min temaşe kir ez pir hêrs bûm û gunehê min li wî kesê sivîl ê ku kurê wî bûye kujerekî kastîk hat. Ev jî hovitiya vê demê ye ku mirov gihiştine rewşa xwe bi pereyan bifiroşin û bibin çete.
Wê çi hêvî ji wan çeteyên ku xwe bi pereyan difiroşin were kirin. Hemû çeteyên heyî wiha ne. Yên herî tundrew jî ew çeteyên ku xwe wiha firotine. Çeteyên têne Sûriyeyê teqez ji hêla Tirkiyeyê ve hatine rêxistinkirin. Ji ber dewleta Tirk ji van hêlan ve xwedî tecrûbe ye. Di serdema Osmaniyan de bi navê cêşa înkîşarî (Yenîçerî) esker hene. Ev kesên Yenîçerî ji xelkên Xirîstiyan in. Hê dema zarok in ji malbatên wan distînin, wan perwerde dikin û li hember gelên Xirîstiyan didin şerkirin. Niha jî heman rêbazan ji bo xwe û hikûmeta veguhêz pêş dixin. Ew çete werin kuştin jî xema dewleta Tirk û HTŞ’ê nîne. Ji ber ne kurê bavê wan e.
Ew çeteyên welê ne ku yên li kêleka wan bimirin jî qet ne xema wan e. Her cure dizî, talan û destdirêjiyê dikin. Tenê hedefa wan ew e efendiyên xwe razî bikin û ji xwe re pere bigirin. Jixwe ji kîn û nefreta di wan de diyar dibe ku di mejî û hestên xwe de jî seqet in. Yanî dirinde û hov in. Mirovbûn qet bi wan re nemaye. Lê diyar dibe ku dewleta Tirk ders ji wê artêşa Yenîçeriyan dernexistiye. Hîn jî aqil dide DAÎŞ û HTŞ’ê û ji wan re jî artêşeke mîna Yenîçeriyan dide çêkirin. Ew çeteyên bi awayekî hovane êrîşî xelkên Sûriyeyê dikin, bi piranî biyanî ne.
Me hemûyan jî dît bê ka çeteyên Sûriyeyê ji ber hişmendiya xwe ya çi anîne serê xelkên Elewî yên beravê û civaka Durzî ya Siwêdayê. Bi hezaran mirovan qetil kirin. Bêguman kujerên kastîk li her deverê hene. Divê her kes zanibe ku tevahiya Sûriyeyê di bin xeteriyeke mezin de ye. Dixwazim gelên Ewropa jî hişyar bikim. Ji ber ew çeteyên hov û wehşetnak bela xwe di her gelî didin û bavê xwe jî efû nakin. Dibe ku sibe xwe berê xwe bidin parzemîna Ewropa û Amerîkayê jî.
Jixwe dema ku hêzên Kolîsyonê çeteyên DAÎŞ’ê ji herêmên Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê derbasî Iraqê kirin çendek ji destê wan reviyan. Hinekan daxuyanî dan û gotin, “Dema me çeteyên DAÎŞ’ê ji herêmên xweser derbasî Iraqê kirin, bi qasî 30-40 çeteyên DAÎŞ’ê ji destê me filitîn. Metirsî li ser welatên Ewropa heye. Dibe ku li welatên me teqînan bikin.” Rast dibêjin. Ji ber mirovên xeternak in. Ew çeteyên her kes ji wan ditirsiyan û niha jî ditirsin, QSD’ê 14 salan di girtîgehên xwe de girtin. Niha jî wan hewaleyî hêzên koalîsyonê dikin. Wê koalîsyon çi bîne serê wan yan jî ew ê çi bînin serê hêzên koalîsyonê diyar nîne. Lê divê dewletên Ewropa tedbîrên xwe bigirin. Eger were bîra me, hêzên NATO’ê salên dirêj li Afganistanê bi cih bûn û gelek berdêl jî dan. Lê piştre biryar girtin û tevgera Talîban li welat serwer kirin. Niha jî çeteyên HTŞ’ê li Sûriyeyê serwer kirin.
Lê haya wan ji çeteyan nîne ku Eger hesabê xwe bi gelên Sûriyeyê re safî bikin wê serweriya wan jî bixwazin. Guman heye ku ev hêzên çete bibin serwerê cîhanê jî. Wê demê mirov dê weke dînazoran hevdu qir bikin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji bo berjewendiyên xwe yên aborî çete li Sûriyeyê hakim kirin. Wê petrola Dêrezorê bibin DYA’yê û çete wê teqez feyde jê negirin. Mebesta min ji vê nirxandinê jî ew e ku xelkên herêma Dêrezorê bizanin wê tiştek ji wan re nemîne. Colanî ji zû ve bi hêzên Amerîkayê re plan çêkiriye. Wê Colanî û Şeybanî ji Beşar xerabtir bikin. Bi rastî gunehê min bi xelkê Sûriyeyê yê Ereb tê. Ji ber gelek tişt hatin serê wan û hew dizanin bê ka wê hêviyê xwe bi kîjan hêzê ve bidin girêdan. Lê tişta ez têde tekez im ew e eger hêviya xwe bi HTŞ’ê ve girê bidin wê gelekî poşman bibin.
Wê wiha li wan were ku weke yê ji ber baranê direvin xwe diavêjin deryayê. Hemû gelên Sûriyeyê pir westiyane. Gelek zilm û zorî dîtine. Lê gelê Kurd qedera xwe bi destê xwe xêz dike. Li her aliyê cîhanê azadîxwaz îro ji bo gelê Kurd li ser piyan e. Ev jî dide nîşandan ku Kurd mafdar in û wê mafê xwe jî qezenc bikin. Ev rastiyeke bênîqaş e ku wê bi berxwedan û têkoşînê serkeftin were qezenckirin. Ez hêvîdar im gelê Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û Durzî jî di nav de yên azadî û demokrasiyê dixwazin hêza xwe beşdarî hêza gelê Kurd bikin, xwişk û biratiya gelan çêbikin. Wê bi yekîtî û hevgirtinê azadî, wekhevî û demokrasî pêş bikeve.




