Ti hêz wê nikaribe şoreşa gelan û jinan têk bibe

Jiyanda Vînar

Berxwedan ne peyveke wer ji rêzê ye, ya mirov hema besît bîne ser ziman û derbas bibe. Berxwedan bingehê bîrdozî û îradeyeke xurt e. Pir kes dikarin weke peyv berxwedanê bi lêv bikin, lê her kes nikare bibe berxwedêr. Ew kesên dibin berxwedêr jî ne mirovên wer ji rêzê ne. Kesên xwedî zanebûneke bi hêz û di oxira azadiyê de, di nav têkoşîne de  ne, dibin berxwedêr.  Ev kes di hedef û armanca xwe de zelal in. Ji bo bigihîjin armanca xwe, di wan de dilsozî û eşqa jiyanê pir xurt e.

Di jiyana me ya şoreşgerî de, eger bîrdoziyeke xurt, dilsozî û evîna jiyanê nebûya, me nedikarî têkoşîn û berxwedaneke ewqasî mezin bidin raberkirin û pêş bixin.

Şehîdên me yên herî mezin ên di Zîndana Amêdê de li hember zilm û zorê têkoşîneke herî pîroz pêş xistin, ev rêya rast a berxwedan û îradeyê nîşanî me dan. Berxwedêrên me yên mezin ên li Zindana Amedê têkoşîn û îradeyeke herî bilind û bi wate nîşan dan.  Li ser esasê bîrdozî, felsefe û ramanên Rêber Apo û wê berxwedana mezin a li zindanê têkoşîn heya roja me ya îro hat.

Gelek hevrêyên me yên gaziyên şer tevî ewqas êş û bîrinên xwe jî di nav refên Tevgera Azadiyê de têkoşîna rûmetê bi coş û heyecaneke bêhempa dimeşînin.  Pir caran bijîşk û tenduristvan têkildarî hevrêyên gaziyên şer matmayî dimînin û dibêjin, “Ew çawa dilsoziyeke wisa mezin e ku evqasî dikarin têkoşîna jiyanê didomînin. Tevî ewqas birînên xwe jî eşqa wan a jiyanê û têkoşînê mezin e.”

Bêguman mirov ji îrade, hêz û têkoşîna hevalên gazî cesaret digire û dibe heyranê wan. Ev hevrê ji bo me şervanên azadiyê dibin mînakên herî berbiçav.  Bêguman eger îro berxwedana Tevgera Azadiyê li tevahiya cîhanê deng vedabe, bi saya têkoşîna Rêbertî, şehîdan û hevrêyên gaziyên şer e. Bi vê têkoşîna mezin û bi rûmet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 19’ê Tîrmeha 2012’an şoreşa gelan ava bû.

Ev rastiyeke bênîqaş e ku wê ti hêz nikaribe vê şoreşa gelan û jinan têk bibe. Ji ber Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser hîmên vê berxwedana me anî ziman ava bûye û pêş dikeve.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button