Ti hêz nikare li hember jinên rêxistinkirî bisekine
Leyla Weşûkanî

Her sal di 25’ê Mijdarê de jin li her devera cîhanê jiyaneke bêtundî, wekhev, azad diherikin qadan dengê xwe bilin dikin. Ev çalakiyên jinan pir hêja û pîroz in. Ji ber xwedî li vîn û nasnameya xwe derdikevin, bê ferq û cudatiyên neteweyî, olî, mezhebî, çand, ziman hemû bi hev re li hemberî şer û pevçûnan, tundiya li ser jin û civakê qîr dikin. destnîşan dikin ku wê qet dest ji têkoşîna ji bo pêşerojeke bi azadî û wekheviyê hatiye xemilandin bernadin.
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê ez her sê xwişkên Mîrabal ên bi têkoşîna xwe mîraseke berxwedanê ji hemû jinan re hiştin û bi mirina xwe jî ewrên tirsê ji ser civakê rakin, li ser vî esasî jî nîşan dan ku ti zilm û dîktatorî ne mayînde ye bi bîr tînim. Her sê jinên têkoşer 25’ê Mijdara 1960’ê ji aliyê rejîma zextdar a Rafael Trujillo yê li Komara Domînîk bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Bi vî awayî 25’ê Mijdarê bû roja bîranîna mirina xwişkên Mîrabal, têkoşîna wan a bi rûmet û berxwedana li hember her cure tundiya li ser jinan.
Dîktator Trujillo yê fermana qetilkirina xwişkên Mîrabal da bi gotina, “Pirsgirêka herî mezin a welêt dêr û xwişkên Mîrabal e” dida xuyakirin bê ji hêza jinê çiqasî ditirse. Bi vê tirsa xwe re rûbirû hat û tevî hemû wê desthilatdariya xwe ya bi artêşê, hêza polîs û îstixbaratê diparast di carekê de hilweşiya. Divê were zanîn ku dema jin bi awayekî rêxistinkirî rabe ser piyan ti tiştek nikare li hember bisekine.
Bêguman rabûna jinan a li ser piyan û bertek nîşandana wan di bingehê xwe de li hemberî hişmendiya mêrê qatil kastîk û mijokdariya wê ye. Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de bal dikişîne ser hişmendiya mêrê qatil kastîk. Em êdî baştir fêm dikin ku hedefa mêrê qatil kastîk û hişmendiya wê ya di roja me de bi şêwazên cuda xwe nîşan dide tenê jin nîne. Di şexsê jinê de civak tê hedefgirtin. Ji ber klan û civak li dora jinê dicive û jin wan bi rê ve dibe, mêr dikeve nav hasûdiyê. Lewma êrîşî jinê dike û di şexsê jinê de civakê jî dixe bin kontrol û hakimiyeta xwe.
Gelek mêr wiha xeyal dikin ku pirsgirêk tenê ya jinê ye û divê tenê jin li hemberî tundiyê raweste. Em hemû jî dizanin ku Rêber Apo peywir û erk daye jinan da ku li hemberî şer û tundiyê derkevin û pêşengtiyê ji civakê re bikin. Hewce ye mêr jî xwe nexapînin û ew jî li kêleka jinê mil bi mil li hemberî tundiya çavkaniya xwe ji hişmendiya mêrsalar digire derkevin û ew jî bêjin “Êdî Bes e.” Pêwîst e mêr refê xwe zelal bikin û xeta xwe diyar bikin bê ka wê bibin parçeyek ji hişmendiya mêrê serwer yan jî wê bi dirûşmên, “Jin jiyan azadî, bimire şer, tundî û hişmendiya mêrê serwer” li kêleka jinên şoreşger û azadîxwaz cihê bigirin. Ji bo rizgariya civakê, jin û mêr a herî baş ew e mêr li gel jinan li hember her cure tundî, xapandin û zordariyê têkoşîn bikin. Ev ji bo rizgariya mêr a ji bin zilma pergala serdest û zordar jî yekane rêya guncav e.




