Tevahî jiyana Rêbertî bi hêviyên serketinê dagirtî ye
Bêrîvan Koçer

Rêber Apo zêdetirî nîv sedsalê ye ji bo azadiya gelan û jinan di nav têkoşîneke bêhempa de ye. Bi tampoyeke pir bilind berxwedanê pêş dixe. Rêber Apo hemû jiyana xwe di rêya xelasiya mirovahiyê de feda kir. Tevahî jiyana Rêbertî bi hêviyên serketinê dagirtî ye.
Fedakarî û berxwedana Rêber Apo ya ji bo jiyaneke azad û wekhev li tevahî cîhanê deng veda. Paradîgma, fikir û bîrdoziya Rêbertî ji fîlozof, zanyar, rewşenbîr, alîm û mirovên entelektuel re bûye çavkaniya hêz û îlhamê.
Em hemû jî dibînin ku her kes hewl dide Rêber Apo bibîne. Rêbertî ji bo şoreşger û azadîxwazan bûye navenda hêza kişandinê. Her kes rewşa Rêbertî meraq dike û dixwazin pêre diyalog bikin. Rêber Apo pir ji diyalogan hez dike. Her mirovekî weke gerdûnekê dibîne û hewl dide ku wê gerdûnê binase.
Dema Rêber Apo 27’ê Sibatê banga Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî kir, em hemû ketin nav heyecaneke mezin. Ji ber demeke dirêj çêbibû ku haya me ji Rêbertî nebû. Dewleta Tirk nedihişt kes biçe cem Rêbertî.
Rêbertî têkildarî vê pêvajoya daye destpêkirin, diyar dike ku ji her demê zêdetir pir bi hêvî ye. Dewleta Tirk ji derveyî komîsyona li meclîsê heya niha ti gaveke berbiçav neavêtiye.
5 hezar sal e pergalên despot her bi çavên biçûk li jinê û civakê dinêrin. Hewl didin wan bi kar bînin. Lê belê Rêber Apo ji bo azadiya jin û civakê dest bi vê dozê kir û her bi israr ev têkoşîna mafdar pêş xist.
Em deyndarên Rêberê xwe ne. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê ji dil û can têkoşîn bikin. Canê me ji bo Rêberê me Rêber Apo feda ye.