Têkoşîna azadiyê
Cûdî Cizîr

Hin caran ahenga melodîyê ye
Ji ber di melodîyê de gelek tiştên xweşik veşartîne
Hin caran helwesteke zêre û şereke bê dawîye
Geh singa xwe dide ber gulaya dijmin
Û canê xwe feda dike
Car caran dilekî tijî hêvî ye û diherike dîrokê
Hin caran raperîneke hemdem e
Weke tîrêjên rojê şewqa xwe dide li ser nexşeya welat
Hin caran vejîneke û hişmendîyeke nû diafirîne
Hin caran artêşeke cangorîye ji lewra
Gelek lehengan canê xwe dan ber çeperên berxwedanê û feda kirin
Hin caran jina xwedawend û xortê evîndare
Carinan sosineke li Kurdistanê şîn dibe geş dibe mezin dibe
Geh qîrek e, kenek e û govendeke mezin e
Car bilûreke destê şivanekê de ye xwe dengbêj dike
Geh kulmek genime xwe dimeyîne
Carinan wek laleyên reng bi reng xwe dixemilîne
Û berê xwe dide rojê dibe lêgerîneke heqîqetê
Hin caran dibe dengê rûmeta bindestan
Car jî axîneke li ser axa welête
Bê têkoşîn azadî qet nabe
Bêlê me govenda azadîyê bi têkoşînê hîs kir.




