Têkiliya jinê ya bi siyaset û aboriyê re
Rojda Dêrik

Dema em qala siyaset û aboriyê dikin, hema pergala desthilatdar, sermayeparêz û kedxwariya wê tê bîra mirov. Ji ber pergala desthilatdar, bi taybet di van 500 salên dawî de ewqasî bi mijara siyaset û aboriyê re mijûl dibe ku dilê mirovan tevlîhev dike. Tenê bala wan li ser van her du mijaran e.
Bêguman di rastiyê de ev her du mijar karê civakê ne û di civakê de jî karê jinê ye. Lê mixabin tişta herî zêde bala desthilatdaran û ya “bavê malê” dikişîne mijara siyaset û aboriyê ye. Di nav jiyana pergalê de jin jî siyaset û aboriyê karê mêr dibîne û qet serê xwe zêde li ser van mijarên jiyanî naêşîne. Mêr jî siyaset û aboriyê yên xwe dibînin.
Jin û mêr bi piranî hîn jî weke berê li van mijarên jiyanî temaşe dikin. Jiyana wan weke berê bi awayekî rûtîn derbas dibe. Ti kes acizî û nerehetiya xwe jî nayîne ziman. Yek ji sedema esasî ya xerabbûna rewşa civakan jî ew e. Lê ji bo sererastkirina wê xwewestandineke şênber nîne û nêzîkatiyeke pir seranser heye. Teqez divê were zanîn ku pergala desthilatdar û sermayeparêz weke gurên devbixwîn in. Êrîşî her tiştî dikin. Ev rastiyeke ku eger civak di nav pirsgirêkên xwe de birize, wê pergala desthilatdar serweriya li her cihî mayînde bike.
Ekonomî ji peyva “oîkonomîa” ya Yewnanî hatiye. “Oîkonomîa”, tê wateya “rêveberiya malê”. Siyaset ango polîtîka jî ji peyveke Yewnanî ya “Politeia” hatiye û tê wateya “hemwelatî” an jî “jiyana siyasî”. Di Yewnana antîk de tevlîbûna hemwelatiyan a nav jiyana siyasî û civakî îfade dikir. Lê bi demê re ev her du beş jî ji cewherê wê hatine derxistin. Kirine weke zanistiyeke li ser esasê hişmendiya serwer a dewlet û desthilatdariyan. Her çiqasî aborî û siyaset weke du şaxên ku ji hevdu cuda bin jî, eger rast werin destgirtin di feydeya civakê de ne.
Hişmendiya desthilatdar û sermayeparêz her du beş jî xistine nav hevdu û bi taybet mêran teşwîq dike ku xwe di van mijaran de pêş bixin. Ji bo em van her du qadan ji însafa desthilatdariyê û sîstema sermayeparêz re nehêlin, di serî jin divê tevahî azadîxwaz û demokratîk di vê mijarê de rola xwe bilîzin. Bi taybet jî divê jin bi dil û can bixebitin, karê siyaset û aboriyê aîdî xwe bibînin.
Em ji Rêber Apo fêr bûn her du beş ango siyaset û aborî karên jinê ne. Pêwîst e jin û hemû civak li ser vê mijarê hûrûkûr bibin. Sererastkirinên pêwîst çêbikin. Rêbertî ji me hemûyan dixwaze ku em xwe weke di hemû qadan de di van her du beşên ku pir girîng in, xwe zana bikin. Hewce ye teqez perspektfên Rêbertî werin bicihanîn. Ev erk û wezîfeyeke me ya nebe nabê ye.




