Sorxwîn û Azadî ji bo me her pêşeng û serkêş in
Leyla Amûdê

Em careke din salvegera şehadeta her du fermandar û qehremanên xwe dubare dijîn. Em heman hestên bi jan û şewat dijîn. Lê tekez divê were zanîn ku fikir, hest, ruh û kesayeta van her du ferîşteyan qet ji me dûr nesekinîne. Her bi me re dijîn û ji bo me rêgez û pîvan in. Jixwe her me weke Tevger ji bo şehîdên xwe gotiye, “Em şehîdên xwe naspêrin xakê, em wan dispêrin dilê xwe.” Careke din em vê hevokê dubare dikin û em ê wan timî di dil û mejiyê xwe bidin jiyandin. Wê timî ji bo me mînak û pêşeng bin.
Şehadeta hevrêyên qehreman û şoreşgerên canfeda Sorxwîn Rojhilat û Azadî Qendîl (Dêrik) ji bo me weke Tevgera Azadiyê, Tevgera Rizgariya Jin û gelê Kurd cihê xembariyeke pir mezin bû. Ez bawer im gelê Rojava û herî zêde jî xelkên bajarê Kobanê hevrê û fermandar Sorxwîn pir baş nas dikin. Ji ber ku hevrê û çeleng Sorxwîn Mako sala 2014’an di şerê bajarê Kobanê de weke fermandareke eniyê cihê xwe girt. Bi qehremanî şer kir û bi dilwêrekî fermandarî ji şervanên azadiyê re kir. Sorxwîn yek ji wan jinan e ku bi pêşengtiya wan Şoreşa Rojava gihişt serkeftinê. Şehîd Sorxwîn mohra xwe li serkeftinên şoreşê xist û pêşengtî kir.
Xelkên bajarê Kobanê wêrekî û dilêriya wê fermandara jîr û jêhatî bi çavên xwe dîtin û jê hez kirin. Jixwe niha jî xwe minetdarê wê û hemû şêrejinên weke wê dibînin. Timî sozdarên wan e û wan her bi bîr tînin. Şehadeta hevala Sorxwîn çawa her kes bandor kir, xelkên me yên bajarê Kobanê jî pir tesîr bû. Timî bi xêr û xweşî qala wê dikin û gelekan jî navê fermandara bi heybet Sorxwîn li zarokên xwe kirin. Gelek ciwanên jin ên ji Kobanê beşdarî nav Tevgerê bûn jî navê xwe kirin Sorxwîn. Weke Sorxwînan beşdarî nav jiyan, xebat û çalakiyan bûn. Her xwestin ku kesayeta fermandara xwe ji xwe re bikin nimûne û çalak bibin.
Hevrê û fermandar Sorxwîn (Fatma Sakanlo) ji Rojhilatê Kurdistanê gundê Girik ê girêdayî qada Dambatê yê. Li wî gundê bedew çiyayê Agirî xuya dike. Hevrêya me Sorxwîn çavên xwe li wê derê li cîhanê vekir. Weke her ciwaneke Kurd xwe nas kir û nas nekir li ser çoka hevalan û di hembêza wan de mezin bû. Dema gihişt 17 saliya xwe, her çiqasî hevalan ew teşwîq dikirin ku xwendina xwe temam bike jî Fatmaya ciwan berê xwe da çiyayên Kurdistanê û weke gerîlayeke jîr û xwedî ezmûn beşdarî nav têkoşînê û şer bû.
Hevrê û fermandar Sorxwîn li gelek qadên çiya jî têkoşîn kir. Dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li hember Kobanê dest pê kirin, Sorxwîn ji qada Botanê derbasî Rojava bû û weke fermandar û serkêş cihê xwe di berxwedanê de girt. Fermandar Sorxwîn bi qehremanî şer kir. Bi heval, hogir û xelkên Kobanê re warê xwe rizgar kirin.
Qehreman Sorxwîn di wî şerî de birîndar bû û çavekî xwe ji dest da. Fermandar Sorxwîn tevî birîndariya xwe jî ti astengî nas nekir. Weke gaziyeke şer di nav Rêveberiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girt. Şehîd Sorxwîn ji dil û can ji bo gaziyên şer kar û xebat meşand. Destên gemar ên sîxur, dijminê hov û qatilên kastîk ên jinên şoreşger ên Apoyî ji bo xwe tehlûke didîtin, hevrêya me Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik kirin hedef û ew şehîd kirin. Sorxwîn û Azadî ji bo me her pêşeng û serkêş in. Em ê timî di rêya wan de bêteredut bimeşin.
Ez careke din wan qehreman û şêrejinan bi bîr tînim û bejna xwe, li beramberî mezinahî û heybeta wan ditewînim. Bi hurmet û minetdarî soza xwe ji wan re nû dikim. Em ê tola şehîdên xwe bi pêkanîna armanc û hêviyên di oxira wan de canê xwe dan hilînin.




