Şoreşgerê pêşeng: Rêzan Cawîd

Yûsif Rebanî bi nasnav Rêzan Cawîd sala 1981’ê li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê di nav malbateke welatparêz tê çavên xwe li dinyayê vedike. Heya dibistana amadeyî li wir dixwîne. Piştre ji bo xwendina zanîngehê diçe Urmiyê. Weke her welatparêzekî Rêzan jî li hemberî zilm û dagirkeriya rejimê xwedî helwesteke tund bû.

Hevrê Rêzan ê di zanîngehê de di nav lêgerînan de ye, di pêvajoya komploya 15’ê Sibatê de hîn zêdetir têkoşîna azadîxwaz a Tevgera Azadiyê nas dike. Ji bo fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo baş fêm bike, dikeve nav lêgerîn û lêhûrbûnan. Li Zanîngeha Urmiyê weke pêşengê Tevgera Xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê li ser bingehê rêbaz û felsefeya Rêber Ocalan dest bi têkoşînê dike.

Rêzan sala 2003’an jî êdî dixwaze vê lêhûrbûna xwe li çiyayên azad pratîze bike û bi awayekî aktîf tevlî nav refên Tevgera Azadiyê dibe.

Hevrê Rêzan ê bû yek ji endamên Kongreya Damezirîner a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bi têkoşîna xwe ya bêrawestan mohra xwe li têkoşîna vê partiya şoreşger a Rojhilatê Kurdistanê da. Ji qada rewşenbîrî heya ragihandin û endambûna konseya rêveber a PJAK’ê xwedî roleke diyar bû.

Sala 2014’an di Kongreya Damezirandina KODAR’ê de ji bo hevserokê KODAR’ê hat hilbijartin. Di wê pêvajoyê de hemû erk û berpirsyartiyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih tîne. Piştre jî dibe endamê rêveberiya KODAR û PJAK’ê.

Şehîd Rêzan herî dawiyê bi cilûbergên dîplomasiyê berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Hewl dide  ji nêzîk de ezmûn û destketiyên li Rojavayê Kurdistanê çêbûne bibîne.

Şoreşgerê pêşeng Rêzan Cawîd 6’ê Tebaxa 2022’yan li bajarê Qamişlo di encama êrîşeke bêbext a dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran bû.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button