‘Şoreşa me bi pêşengiya jinan xurttir dibe’
Gaziyê Şer Brûsk Kobanê da xuyakirin ku sedema sereke ya şer û pevçûnên di roja me de zîhniyeta bi serweriya mêr e û got, “Bi saya fikir û bîrdoziya Rêber Apo, em bi hevrêyên xwe yên jin re mil bi mil ji bo azadiya gelên xwe di nav têkoşînê de ne. Ev şoreşa me ya bi pêşengiya jinan her diçe xurttir dibe, wê bi hemû heybeta xwe li hember êrîşan li ser piyan be.”
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li ser Jinê yek ji gaziyê Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Brûsk Kobanê ji ajansa me re axivî.
Brûsk Kobanê diyar kir ku di berxwedana Kobanê de gelek şervan û fermandarên jin ên timî di eniyên pêş de bûn pir bandor li ser kiriye û got, “Bi wesîleya 25’ê Mijdarê ez şehîd Medya Kobanê, Şehîd Nûjîn, Şehîd Sorxwîn, Şehîd Peyman bi bîr tînim. Di pêvajoya berxwedana Kobanê de bi sedan hevalên jin weke fermandar û şervan di eniyên herî pêş de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên hov ên bibûn bela serê dinyayê şer kirin. Em ê ti carî wan hevrêyên xwe ji bîr nekin.”
‘Me bi paradîgmaya Rêbertiyê re xwe baştir tehlîl kir’
Gaziyê Şer Brûsk Kobanê destnîşan kir ku bi tevlîbûna nav refên Tevgera Azadiyê û perwerdeyên li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo re pir baş fêm kiriye ku azadiya civakê teqez wê bi azadiya jinê pêk were û wer dewam kir, “Bi rastî jî dema ez tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûm, min dît ku tiştên dewletê û rêûesma civakê ya dixwestin di hişê me de bidin çandin, ne rast in. Tişta sîstemê dixwest bi me bide kirin, çavkaniya xwe ji zîhniyeta 5 hezar sal e ji hêla serweran ve tê meşandin digire. Helbet bi perwerdeyan û bi jiyana me bi çavên xwe dît, em lê serwext bûn ku divê weke mêr em xwe ji vê pergala zordar rizgar bikin.”
Brûsk Kobanê bal kişand ser paradîgmaya Rêber Apo û wiha dewam kir, “Bi paradîgmaya Rêber Apo re me xwe û civaka xwe baştir tehlîl kir. Em dizanin ku sedema sereke ya şer û pevçûnên di roja me de zîhniyeta bi serweriya mêr e. Em bi hevrêyên xwe yên jin re mil bi mil ji bo azadiya gelên xwe di nav têkoşînê de ne. Şoreşa Rojava û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan her diçe xurttir dibe, wê bi hemû heybeta xwe li hember êrîşan li ser piyan be. Ji ber ev şoreş di nav xwe de wekhevî, azadî û hemû nirxên mirovatiyê dihewîne.”
Gaziyê Şer Brûsk Kobanê anî ziman ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji mînaka herî berbiçav a pratîzebûna paradîgmaya Rêbertiyê ye û got, “Dewleta Tirk a dagirker pêkve jiyana gelan, wekheviya cinsan, azadiya jin û civakê ji bo hebûna xwe tehlûke dibîne. Ji ber vê timî êrîşan pêk tîne. Pêwîst e gelên me vê zanibin ku azadiya rasteqîn li ser esasê fikir û felsefeya Rêbertiya me wê pêk were.”
‘Divê ciwan li hember lîstikên dagirkeran hişyar bin’
Li hember lîstikên dewletên dagirker ên li ser ciwanan jî Brûsk Kobanê wiha axivî: “Weke hevalekî gazî ez bang li tevahiya ciwanên Kurd, Ereb û yên ji gelên din dikim. Divê ti ciwan bi lîstikên hêzên dagirker û modernîteya kapîtalîst nexape. Tiştekî ew hêz bidin me nîne. Rêya herî pîroz û rast têkoşîna ji bo xaka xwe û gelên xwe ye. Divê hemû ciwan ji bo parastina vê şoreşa bi xwîna şehîdan ava bûye biherikin nav refên têkoşînê. Çi jin çi xort tevahî ciwanên me divê zanibin ku ji hemû deverên cîhanê bi sedan hevalên jin û xort berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo tinekirina çeteyên DAIŞ’ê ligel şervanên YPG-YPJ’ê şer kirin. Bi vê zanebûnê pêwîst e ti ciwan dest ji axa xwe bernede.”
Gaziyê Şer Brûsk Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Van xakan dergûşî ji mirovatiyê re kiriye. Cara yekem xwedawendên civak ava kirine û ji bo civakbûnê berhem afirandine li ser van axan derketine holê. Bi paradîgmaya Rêbertiya xwe re em ê careke din li ser van xakan jiyaneke wekhev û azad ava bikin, pêş bixin. Bi vê bîr û baweriyê ez careke din tevahî hevalên me yên şehîd bi bîr tînim. Di rêya ku wan ji me re vekiriye de bêteredut heya serketinê em ê bimeşin.”