Şopdara heqîqetê: Şehîd Şîlan Kobanê
Hevala wê ya têkoşînê gaziya şer Şîlan Kobanê...

Şoreşgertiya herî rasteqîn pêkanîna hevaltiyê ye. Hevrêya min Şîlana leheng û delal hûn hêjahî peyvên herî giranbiha ne.
Bêguman şoreşgerên dildarên xak û gelê xwe ji bo hevrêtiyê û hevaltiyê canê xwe jî feda dikin. Ji bo Şervan û milîtanên dozê, tişta herî girîng pêşxistina têkoşîneke layiqî şehîdan e. Yek ji taybetmeniyên herî girîng a têkoşîna Apoyî jiyandina bîranîna şehîdan û li gor vê pêşxistina gavên dîrokî ye.
Rêbertiya me ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer Tevgera Azadiyê ya hîmên desthilatdar, dagirker û zaliman hejand ava kir. Îro eger em dikarin xwedî li hebûna xwe derkevin, bi destketiyên di pêşengiya jinan de ava bûne re ber bi pêşerojeke azad ve diçin bi saya xwedîderketina li nirx û pîroziyên hatine avakarin e.
Ji bo weke Kurd em karibin li ser xaka xwe ya bi salan e rastî zext û zilma dagirkeran tê bi azadî bijîn gelek şêrejin û egîdan heya kêliya dawî têkoşîn kirin û tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bûn. Yek ji wan jî hevrêya me Şîlan Kobanê ye.
Bêguman ne gotin, ne jî nivîs têra wesfdana van hevrêyên bi rûmet û serbilind dikin. Şehîdên me ji bo parastina rûmeta xak û gelê xwe biryara herî xurt dan. Bêteredut li hember dijminê hov têkoşîn kirin û ji bo parastina nirxên miroviyê berxwedaneke di dîroka nivîskî de hê nehatiye dîtin pêş xistin.
Ew şoreeşgerên welatê xwe bûn. Ji bo civaka azadîxwaz, edalet û wekheviyê bi rola xwe ya dîrokî rabûn. Li hember pergala zordar û xwînmij serî rakirin, koletî qet qebûl nekirin.
Bi berxwedan û têkoşîna bi heybet a fermandar û şervanên weke hevrê Şîlan sînorên tirsê bi erdê bûn yek.
Heval Şîlan Kobanê di berxwedana rûmetê de bi rol û mîsyona xwe ya ji her rêwiya heqîqetê tê payîn rabû. Bû şopdara heqîqetê. Mîna stêrkeke li asîmanê welatê rojê Kurdistanê her tim dibiriqe. Weke heval û hevrêyên Şîlanan em soz didin, di rêya şehîdan ji me re vekirine de heya dawiyê bimeşin. Em ê doza azadiyê ya hemû gelan û jinan bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo tacîdar bikin.
Li vê xaka ku dergûşî ji mirovatiyê re kir, em ê careke din azadî, wekhevî, aştî û aramiyê diyarî hemû mirovatiyê bikin.




