Şopa rojê 

Cûdî Cizîr

Dixwazim bi gotinên xwe gelek wêneyan xêz bikim

Ez evîndara wênesazekî bûm

Di wêneyên xwe de qîrînê xêz dike

Lê divê bi hêsan xêz neke

Helbestvanek kete jiyana min

Ji ber bedewî xistîye dilê xwe

Lê lazime  zanistî be

Dildara rewşenbîrekî bûm

Di taritîyê de mîna stêrkekê xwe dibirîqîne

Bes divê lêgerîneke xurt be

Min ji dengbêjîyekî hez kir ku û derd û xeman hozanî dike

Divê hozanek zane be

Min şoreşgerekî hez kir ji bo ku destan çêkir

Jineke cengawer kete nava  dilê min

Li hemberî hişmedîya bi hezaran salan serî rakirîye

Aşiqî Rêberê gelan bûm ji ber ji tinebûyînê vejîn xuliqand

Evîndara şînê ezmanî bûm ji ber ezman diçirisîn û coşa dilê min zêde dike

Dildara rojê bûm ber  bi rojê ve dibezim

Serkeftin wisa dest pê dike

Asta serkeftinê jî nêzî jiyana azad e

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button