Siyaset weke deryayekê ye û yê nizanibe wê bixeniqe

Lava Eyo

Li herêmê û giştî cîhanê pêşveçûnên pir bilez çêdibin. Di nava heyvekê de pir guhertinên girîng di qada siyaseta rojane de rû dan. Roj bi roj têkildarî pêşeroja Rojhilata Navîn siyaseta dewletên derve jî zelal dibe. Diyar dibe bê çi ji xelkên Rojhilatî dixwazin.

Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re dewleta Tirk xist rewşeke ku neçar bimîne berê siyaseta xwe biguhere. Lewma di bin banê meclîsa Tirkiyeyê de ji bo têkildarî pêvajoyê nêrîn û nîqaş werin komkirin komîteyek ava kirin. Ev komîte di çarçoveya banga Rêber Apo ya pêvajoya aştiyê de pêk hatiye.

Di halê hazir de li gorî tê şopandin diyar dibe ku karê vê komîteyê berdewam dike. Pêvajo jî derbasî qonaxa duyemîn dibe.  Lê tevî vê jî heya niha pêşketineke berbiçav a di siyaseta Tirkiyeyê de nehatiye dîtin.

Divê haya tevgera Kurd a siyasî ji guhertinên di polîtîka dewleta Tirk de hebe. Di hevdîtîna 17’ê Îlonê ya bi parêzeran re Rêbertî got, “Rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî.” Ez hêvîdar im di siyaseta dewleta Tirk de guhertin çêbibe û gaveke xurt ji bo aştiyê were avêtin.

8’ê Tebaxê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve  bi dirûşma “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekîtiya me xurt dike û hevkariyek ku siberoja me ava bike” de Konferansa Yekrêziya Helwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Di konferansa bi tevlîbûna nêzî 500 delegeyên ji kesayetên çandî, olî, bawerî, civakî pêşengên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Aşûr, Êzidî,Turkmen û Çerkez amade bûn.

Di konferansê de hat diyarkirin ku weke pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ne rola xwe ya aktîf di çareseriya aştiyê de pêk bînin. Her wiha hat diyarkirin ku girîngiya vê yekîtiyê di qonaxa niha de gelekî girîng e. Ez bawer im wê yekîtiya gelên Sûriyeyê xwedî bandoreke mezin be. Ji bo tevahî gelên Sûriyeyê yekîtiyeke wiha pir lezgîn e.

Serokê Meclîsa Olî ya Meclîsa Îslamî ya Elewî ya Bilind Şêx Xezal Xezal û Serokê Civaka Mislimanên Miwehidîn a Durziyan Şêx Hikmet El Hicrî peyamên bi dîmen ji  konferansê re şandin. Di peyaman de piştgiriya bi armancên konferansê û girîngiya yekîtiyê ya li hember êrîş û zextan hate nîşandan.

Rêveberiya Colanî ya li Şamê careke din hewl dide mîna dema Beşar Esed, deshilat û hişmendiyeke tekperest bidomîne.  Lê çarenûsa Rojhilata Navîn êdî siyaseteke wiha nema erê dike.

Weke tê zanîn agirbest di navbera QSD û hikûmeta Şamê ya demkî de heye. Lê çeteyên dewleta Tirk û komên girêdayî HTŞ’ê dixwazin vê yekê binpê bikin  da ku rewşa siyasî were guhertin û rê li pêşiya şerekî were vekirin. Ew êrîşkar bi vê yekê lawazî û qelsbûna xwe didin diyarkirin.  Hewce ye were zanîn ku siyaset weke deryayekê ye û yê nizanibe wê bixeniqe.

Wê serketin teqez a tevahî gel û baweriyên Sûriyeyê û herêmê be. Modela Rêveberiya Xweser a ji kaniya fikrên Rêbertî xwe xwedî dike weke xwestek û hêviya hemû jin û civakan wê ji bo Sûriyeyê û tevahÎ Rojhilata Navîn jiyaneke herî azad, wekhev û bi ewlê ava bike.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button