Şêx Murşîd Maşûq El Xeznewî serdana gaziyên şer kir

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî, bi heyeteke ji Kongreya Îslama Demokratîk pêk dihat serdana gaziyên şer kir.
Şêx Murşîd Maşûq El Xeznewî, Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Mela Reşîd Xerzan û endamên kongreyê li Qamişlo serdana gaziyên şer kirin.
Şêx Murşîd Maşûq El Xeznewî û heyeta pêre ji aliyê endamên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin pêşwazîkirin.
Şêx Murşîd di serdanê de diyar kir ku ji zû ve dixwestin werin serdana gaziyên şer bikin û ji bo hevdîtineke wiha pir kêfxweş bûne.
Şêx Murşîd di dewama axaftina xwe de têkildarî rewşa Rojava nirxandin kirin û anî ziman ku piştî ji ber zilma rejîmê neçar mabû derkeve derveyî welêt, jêre xeyal dihat ku careke din vegera Rojavayê Kurdistanê. Şêx Murşîd got ku bi saya keda şehîdan û gaziyên şer êdî dikare bi rehetî li Rojava bimîne û serdana gel bike. Şêx Murşîd da xuyakirin ku ji bo avakirina derfetên şoreşê jî ew spasdarên gaziyên şer in.
Gaziyên şer jî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Şêx Murşîd Maşûq El Xeznewî û heyeta Kongraya Îslama Demokratîk anîn ziman û diyarkirin ku ji bo parastin û pêşxistina nirxên hatine avakirin wê xebata xwe bidomînin.