Şevger Dirbisiyê: Em Girîngî Didin Perwerde Yê
- Gaziyê şer yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şevger Dirbisiyê derbarî gazîbun û bandora gazîbunê de axiviya û got, bandora bîrîndariyê zêde giran hebu ser min, piştî ku min xwe derman kir, min pirtukên Serokatî xand, min xweş jê fem kir ku barê herî giran bu ser mîlê me.
Şevger Dirbisiyê:
“Ez tewlê hemleya Reqqa bum û di heman demê de ez şerê Reqqa de tewlê hemu şeran bum. Ez gundewarên Reqqa û jêre dibîjin Mişlep ez wir bîrîndar ketim. Di wî gundewaran de şerek pir mezin çêbo. Em gelek heval bi hewre bun. Şereke pir giran çêbo. Çeteyên Daîş hemleyên pir giran ser wî gundî çêkirin. Di wan deman û di şer de li gel me 1 heval şehîd ket. Navê xwe Hesen Derwîş bu. Ji bajarê Hesekê bu. Ez û ew heval em tewlê pir hemleyan bun. Em zude hevalê hew yê şer bun. Em tewlê hemleya Minbicê bun. Em tewlê hemleya Tepqa bun. Em li Reqqa bi hew re bun û heya wî gundewarî. Di wî şerê de dema çeteyan êrîş kir, ew heval şehîd ket. Di wî şerê de piştî wî çen demjimêran ez jî bîrîndar ketim.
Barê Herî Giran Bu Ser Mîlê Me
Rastî bandora bîrîndariyê zêde giran hebu li ser min di destpêkê de. Destpêkê me tenê naskiribu ku şoreşgertî ya ku mirov azadiyê bigre dest tenê bi sîlehe. Me wilo nasdikir. Me digot tenê azadiya me ewe ku em sîleh bigrin. Dema wexta ez bîrîndar ketim piştî ku min xwe derman kir, min pirtukên Serokatî xand. Min xweş jê fem kir ku tenê şoreşgertî azadiya ku bigre ji bo welatê xwe, ji Kurdistanê re, ji miletê xwe re tenê ne bi sîlehe û tu rajî klêş. Ya herî bandora xwe giran bike şerê fikriye. Tu dîroka xwe nasbike, tu axa xwe nasbike, tu welatê xwe nasbike. Pişra dema ez bîrîndar ketim min naskir ku barê herî giran bu ser mîlê me. Barê ku giran bu ser milê me çiye. Weke Serokatî dibîjje em miletê xwe perwerde bikin, hevalê xwe perwerde bikin, xwe perwerde bikin, hevalên derdora xwe û malbateke taxê perwerde bikin. Barê herî giran ser milê me ew bu. Karê ku niha em tê de ne dikin em xwe jî perwerde dikin, em hevalê derdora xwe û miletê xwe perwerde dikin. Yanî tenê şer ne rahiştina bi sîlehe. Şer fikire, şer tu xwe nasbike û dijminê xwe nasbike, tu dîroka xwe nasbike.
Min Pirtukên Serokatê Xwend û Xwe Tê De Kur Kir
Dema wexta ez gazî bum destpêkî bandora xwe zêde li ser min hebu. Ji ber min digot êdî em nikarin tewlî şer bibin, em nikarin kar bikin ji vê welatê re. Dema me pirtûkê Serokatî xwend, me naskir herî yên ku pêşeng dibin emin. Ew di milê perwerde de, di milê fikrê de. Me naskir ku em Rêbertê di pirtuka xwe de behs dike “gazî şehîdê nemirin”. Di wî demê de ez xweş fikiriyam ku ka çi niha li ser mile min dikeve ku ji aliyê hevalên min de yên ku beşdarê şer bune, ji aliyê Gaziyên ku li derdora me, ji aliyên milet de. Di wan deman de ez xweş li ser xwe fikiriyam. Min baş pirtukên Serokatê xwend û xwe tê de kur kir. Min naskir ku em hêdê û hêdê yên li derdorê xwe fêr bikin, miletê xwe fêr bikin ku em azadin bi fikrê xwe.
Em Girîngî Didin Perwerde Yê
Dema wexta ez gazîbum, min xwe mêzekir, berê nêrînek li gel min hebu. Ji ber ku Gaziyên dewletan jî hene, em wan dinêrin ka çawanin, fêrê tiştên ne baş bune, fêrê meşrup bune, fêrê heşîş wan bune, di şeranin. Dema wexta ez gazîbum, min hevalên xwe dît, di wir de hevalên gazî çawanin. Em wir de girîngî didin perwerde yê. Ji berk u yên pêşeng emin. Ji ber wî perwerdeyên me herdem henin. Karê me heye û em diçin di saziyên xwe de kar dikin. Em Gaziyên şerin, em ser fikrê xwe pêşketîne û em hêj bi pêş dixin. Em di saziyên xwe de kardikin, Gaziyên me hene ku di ragihandin de kar dikin, Gaziyên me hene di mektebên leşkerê de ne.
Em Hevalê Gazî Li Vir Hemu Wek Laşekî Ne
Milê hevaltiya nava hevalên gazî de, em wir hemu weke laşekin. Em hewdu temam dikin. Li vir dema hevalek bêşe hevalên derdora vê li gel vê şiyar dimînin, alîkariya tedavîya vê dikin. Em hevalê gazî li vir hemu wek laşekî ne. Ji ber ku yek wir bêşe em hemu dêşin û vê şevê em pêre şiyar dimînin. Ez were mînakek bêjim ku em çawa hemu wek laşekin. Em dema perwerde de bun, di perwerde de hevalên gazî bi tenê bun. Di her sibeh me xwere diçon nan dianîn. Du hevalê me gotibun emê nan werînin. Yek hevalê me felç bu li ser kursî bu, yek jî di her du çavên xwe de gazî bu. Her sibeh wan diçon nan dianîn. Wan çawa dikir yê her du çawê xwe erebe pêşa xwe de dimeşand, yê din jî rêk nîşan vê dida. Jê ra digot wisa here û wisa here. Li wir şaşe û xwe bide vê mili. Em li vir hemu hevalên gazî ew çi netew be Erep be û Kurd be di heman sazî de kar dikin. Ji ber ku em laşekin. Çawa be em hew temam dikin. Ew di milê kar de be, di milê êşê de be û hema bêje mile hemu tiştî de.”