Şervanên xweşikbûneke bêdawî

Cûdî Cizîr

Gelo her kenek îfadeya kêfxweşiyê ye? Çavkaniya ken çi dibe bila bibe hestekê vedibêje. Hest jî tiştekî pir girîng e.  Mirov bi hestên xwe mirov e, bi hestên xwe dibe aîdî civakekê. Mirov bi hest  hez dike, nefret dike, berpirsyartiyê nîşan dide û êşên wijdanî dikişîne. Mirov bi hest ji serkeftinan kêfxweş û ji binketinan şerm dike! Hest fikir û aqil çavdêrî dike û nahêle hêrs bibe. Dema ku mirov van hestan bi lêv dike, ronahiya fikra azad ji dil his dike.

Di roja me ya îro de kenê azadiyê ku geş bûye, îfadeya xweşikbûyîna jiyanê dike. Di vê mijarê de mirov dikare bêje milîtanên Rêber Apo xwedî taybetmendiyên avakar û dîrokî ne. Her milîtanek pir hez dike xweza, çiya, deşt û robar bikenin û bidin kenandin. Ji ber di forma milîtanên Rêber Apo de kêfxweşî û xemgînî heye, ev di xetên rûyê jiyanê de tên dîtin. Eger dengê ken neyê jî çav dikene, aramiya mirov di hundirê xwe de dijî kêfxweşiyê bi xwe re tîne. Ken û hestek azad dibe heqîqeta bêdawî û jiyana bedew.

Pêşeng, zehmetiyan derbas dike û pes nake. Ji ber kesên pêşeng, di zanebûna tiştên dikin deye. Ked û hewldana ji bo azadiyê tê dayîn pîroz e. Kesên têkoşîna azadiyê didin, bi kedê mezin dibin, kesên xweşik in, her tim çavên wan dibiriqin. Dema çav dibiriqin, xweşikbûyîn di asteke mezin de bilind dibe. Xweşikbûn mirovan dibe çavkaniya hezkirinê û heta dibe asta azadkirinê. Astengiya li pêşiya xweşikbûnê bêçaretî ye.

Divê em ji rûbirûbûna bi xwe re netirsin, tirs mirovan dîl digire. Şerê herî mezin ew e mirov li hemberî xwe dike. Em şer ji bo xweşik bibin bidin, em xwe ji taybetmendî û fikrên xwe yên nebaş bişon, xwe bigihînin şoreşa wijdan, bibin xwedî mirovên xwe û em xwe bigihînin hişmediya xweşik.

Hewce ye  mirov hertim di fikir û nêzîkatiyê de xweşik be. Mirov dikare bêje, xweşikbûneke bêked û bêbedel mahkûmê rizîn û binketinê ye. Di vê çarçoveyê de berdêla azadiyê ew e mirov hizreke bedew û hevparvekirineke xweşik bi dest bixe.

Mirov di hemû kêliyên jiyana xwe de tim di nava lêgerînan de ye. Îro jî lêgerînên mirov ji bo xwe bigihîne azadiyê zêde ne. Pêwîste em weke gaziyên vê dozê bi têkoşîna bêeman xwe têr bikin. Kênê azadîyê di nav sînorên mirin û jiyanê re derbas  dibe. Eger em ji kenê azadiyê hez dikin, hewce ye em ji bo cîhanek bedew bibin şervanên xweşikbûneke bêdawî…

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button