Şervaneke azadiyê: Binevş (Samiye Oso)
Selena Dêrik

Gerîlaya Kurd Samiye Oso (Binevş Rûbarîn) beriya berê xwe bide bakurê Kurdistan wiha dibêje, “Navê min Binevş Rûbarîn. Ji Rojavayê Kurdistanê, Helebê me. Sala 1988’an di dema dibistanê de min partî nas kir. Sala 1992’yan jî beşdarî PKK’ê bûm. Du salan di nav xebatên gel de mam. Dawiya sala 1994’an jî derbasî qada şer bûm. Li qadên Heftanîn, Qendîl, Zap, Xinêre, Xakurkê û Metîna mam. Li van qadan di xebatên pratîk de min cih girt.
Em nizanin bê wê siberoj çi nîşanî me bide. Lê bi rastî jî hesteke mezin a baweriyê heye. Bawerî û hêviya min ji rêxistinê wergirtiye û hêza ji perwerdeyan heye. Her wiha tecrûbeyên min bûn bingehek. Ez biçim ku derê jî dikarim beşdarî xebatan bibim, kar bikim. Ji salên borî hem di aliyê siyasî û hem jî di aliyê leşkerî de tecrûbeyên mezin pêş ketin. Di vê pêvajoyê de misoger wê çi bibe teqez nizanibim jî xwe ji bo her tiştî amade hîs dikim. Ji her pêngavê re xwe amade hîs dikim.
Ez bawer im, wê gelê me heta dawiyê li me xwedî derkeve. Madem em xwedî gelekî wiha ne, sed caran jî em ji bo vî gelê canê xwe bidin kêm e. Em çi bidin gelekî xwedî berxwedaneke wiha mezin kêm e, têr nake. Serketin…”
Hevaleke gerîlla Binevş a têkoşînê jî bi van hevokan dest bi çîroka vegotina hevala xwe dike:
“Vesaziya min ji bo taximê hevala Binevş çêbibû. Hevaleke kevin bû, ez jî hevaleke hîn nû dihatim hesibandin. Hevala Binevş bi şehîdan pir girêdayî bû. Dilsozî û girêdaneke wê ya bi hêz bi şehîdan re hebû. Rastiya şehadetan bi van gotinan dianî ziman: ‘Ji bo min rastiya şehîdan hêza manewî û xwedîderketina li daxwaz û hêviyan wan e.’ Tecrûbeyên xwe bi derdora xwe re parve dikir. Li hember kesayeta ku dijmin afirandiye şerekî muezzem pêş dixist. Bi xwe re şer dikir. Me ev timî didît. Mirov digot qey jiyana wê li ser têkbirina vê kesayeta ku dijmin ava kiriye pêş ketiye. Dema şer û pevçûn digirt dest jî digot, ‘Şer ji bo tu nasnameya xwe bidî jiyandin xala herî dawî ye. Dijminê heyî dixwaze te tine bike ev jî taktîka te ya parastina nasnameya xwe ye.’
Pir girîngî dida perwerdeyê. Ji bo tarzê têkoşînê fêrî hevalên nû bike her tişt dikir. Dixwest tarzê Rêbertî yê têkoşînê fêrî hevalên nû bike. Digot, ‘Ji bo vê jî cihê herî baş çiya ne. Çiya sembola çavkaniya azadiyê ne.’ Yek ji taybetmendiyên wê yên herî li pêş ew bû ku li hember nêzîkatiyên paşverû bi israr şer dikir. Eger mirov bi yek gotinê heval Binevş terîf bike: Ew şerekî li hember dijmin bû. Erê heval Binevş Rubarîn bi yek gotinê şerek bû. Şervaneke azadiyê ya têkoşîna azadiyê bû.”
Gerîlaya azadiyê Binevş sala 2007’an li Dêrsimê di şerekî li hemberî hêzên dagirker de tevlî karwanê şehîdan bû.