Serketin wê ya berxwedêran be

Gaziya şer Ronahî Dêrik jinên berxwedêr ên Siwêdayê silav kir û got, “Dîrok ji berxwedan û wêrekiya jinan re şahidiyê dike. Em jî bi çavên xwe dibînin bê jinên Durzî çawa li hember çeteyên hov têkoşîn dikin û li ber xwe didin. Wê serketin timî ya berxwedêran be.”

Gelek komên çete 13’ê Tîrmehê li hember bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê yê piraniya wê xelkên Durzî ne, êrîşeke hovane dan destpêkirin. Li hemberî van êrîşan xelkê Siwêdayê û bi taybet jinên şoreşger ên Durzî  berxwedaneke nîşan dan. Di encama vê berxwedanê de komên çete neçar man, ji bajêr û derdora wê vekişin.

Gaziya şer Ronahî Dêrik têkildarî êrîşên li ser Siwêdayî, berxwedana xelkê bajêr û bi taybet têkoşîna jinên Durzî nêrînên xwe anîn ziman.

Ronahî Dêrik di serî de êrîşên li hember Siwêdayê û xelkê Durzî bi tundî şermezar kir û got, “Di ti ol û baweriyan de, dîsa di ti nirxên mirovatiyê de kes êrîşî xelkên sivîl û bêçek nake. Ev êrîşa li ser Siwêdayî êrîşeke herî hovane ya li hember mirovatiyê ye.”

Gaziya şer Ronahî destnîşan kir ku dema berxwedana xelk, şervan û bi taybet jinên Durzî di televîzyonê de didît, heyecaneke mezin pêre çêdibû û got, “Ew rojên me yên di nav refên YPJ’ê de ku me li hember çeteyan û dagirkeriyê şer dikir dihat bîra min. Em dibînin ku ew qehreman û jinên şerker ên Siwêdayê jî hêzên YPJ’ê û lehengiya wan dişopînin. Îro berxwedana jinan li tevahiya Sûriyeyê bûye çandeke berxwedanê.”

Ronahî anî ziman ku Rêber Apo berî niha bi salan diyar kiriye dema  jin serî li hemberî zilmê rakin, ji bilî qeyd û bendên di dest, ling û ruhê xwe de tiştekî winda bikin nîne û wiha domand, “Li ser esasê van rêgezan me jî weke YPJ’ê li hember dagirkeriyê û êrîşên çeteyan dest bi têkoşîna leşkerî kir. Divê  hemû jinên Sûriyeyê vê pir baş zanibin û teqez xwe îqna bikin ku eger ne bi xweparastinê be, wê jiyana jinan qet ne ewle be. Heke xweparastin nebe, çi bi destê bira, bav, hevjîn yan jî çeteyên olperest-mezhebperest bin wê rojane bi dehan jin werin kuştin. Li ser vî esasî pêwîst e, em xwe rêxistin bikin û di mijara xweparastinê de her tim amade bin.”

Ronahî Dêrik di nirxandinên xwe de jinên berxwedêr ên Siwêdayê silav kir got, “Dîrok ji berxwedan û wêrekiya jinan re şahidiyê dike. Em jî bi çavên xwe dibînin bê jinên Durzî çawa li hember çeteyên hov têkoşîn dikin û li ber xwe didin. Wê serketin timî ya berxwedêran be.”

Gaziyê şer Ronahî di dawiyê de jî bang li tevahî gelên herêmê kir û got, “Hewce ye em hukmê ti zaliman li ser xwe qebûl nekin û şiyar bin. Divê gelê Sûriyeyê zanibe ku tenê azadî û demokrasî dermanê çareseriyan û pêkve jiyanê ye. Ez careke din wan jinên wêrek ên Siwêdayê silav dikim û dibêjim, ew navê ‘jinên wêrek’ li we pîroz be.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button