Serkeftin wê ya jin û civakên azadîxwaz bin

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê

Di vê pêvajoya girîng û dîrokî de ku em 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan pêşwazî dikin, em vê rojê di destpêkê de li Rêber Apo, li tevahî jin û gelan pîroz dikin. Di 25’ê Mijdarê de divê jin û mêrên azadîxwaz pêkve di nav çalakî û xwepêşandanan de bin, biryardariya xwe ya li hember pergalên tundrew bi xurtî bidin nîşandan. Hewce ye heyva mijdarê bibe heyva têkoşîna li dijî şer, talan, qirkirin, tundî û dagirkeriyê. Divê bi dirûşma, “Heya jin azad nebin wê civak azad nebe”, têkoşîn bênavber berdewam bike.

Rêber Apo partiya navdar PKK, 27’ê Mijdarê ava kiriye. Di vî alî de jî meha mijdarê xwedî girîngî û wateyeke pir cuda ye. Em hemû jî dizanin ku pêvajoya îro bi rê ve diçe û gihiştiye pêngava xwe ya duyemîn, berhema xwe ji vê berxwedana Tevgera Azadiyê girtiye. Li ser vî esasî 47’emîn salvegera damezirandina PKK’ê ya mohra xwe li nîv sedsalê daye jî bi dil û can em pîroz dikin.

Em weke gaziyên jin tundiya li ser jinan şermezar û rûreş dikin. Pêwîst e  hemû civak di ferqa rastiya şer û tundiya heyî de be. Weke em hemû jî dibînin mirovahî di şexsê jinê de tê tinekirin û desthilatdar tenê hesabê xwe yê wê çiqasî li ser hukim bimînin û qoltixên xwe biparêzin de ne.

Rêber Apo pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk 27’ê Sibatê bi bangeke dîrokî ragihand. Em hemû jî dizanin eger em weke jin û civak li nasname û hebûna xwe xwedî dernekevin,  em ê têk biçin. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîvana azadiyê ji me re daniye holê û aniye ziman ku divê jin û civak li mirovbûna xwe xwedî derkevin, teoriya parastina civakî jî deynin holê.

Naxwe pêwîst e em xwe bikin yek, li hebûn û rûmeta xwe xwedî derkevin û çalak bibin. Divê civak bi taybet di çarçoveya yekîtî, xwişk û biratiya gelan de yekbûna xwe ava bikin. Rêber Apo destnîşan dike ku pêwîst e jin û mêr bi hev re têkoşîna azadiyê bimeşînin, bi taybet jî di warê civaka exlaqî û polîtîk de aktîf bibin. Em niha di salvegera 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinê de ne. Hewce ye bi wesîleya vê rojê hemû beşên civakê li ser piyan bin. Divê em zanibin ku  êrîşên pergalên desthilatdar û tundrew, ne tenê li ser jinê, mêr jî di nav de li ser hemû civakê ne.

Ji bo wê careke din em bang dikin û dibêjin “Werin em hemû li hemberî tundiya li ser jin û civakê çalak bibin, dawiyê li çavkaniya tundî û şer a hişmendiya desthilatdar û qatilên kastîk bînin.

Em weke gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li tevahî jinên berxwedêr dikin ku werin em roja 25’ê Mijdarê bikin roja çalakî û berxwedana li dijî hemû cure şer û tundiyên heyî. Bi ruhê her sê xwişkên Mîrabal em hemû rojên xwe bikin rojên têkoşîn û berxwedanê.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê em pergalên desthilatdar, tundrew û şerxwaz şermezar û rûreş dikin, dilsoziya xwe ya bi têkoşîna li hember tundiya li ser jinan nû dikin.  Serkeftin wê ya jin û civakên azadîxwaz bin.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Gaziyên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

24.11.2025

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button