Şer û tundî bi xwe re çi tîne? – Beşê 1
Rojda Dêrik

Mijara şer weke têgeh gelekî tê guftûgokirin. Ji hêla, pir kesan, rêxistinan û lêkolînvanan ve bi awayên cuda tê pênasekirin. Bi awayekî gelemperî dema şer tê gotin yekser pevçûna di navbera du aliyan de tê bîra mirovan. Rêber Apo diyar dike ku hemû zanînên heyî li gor daxwaz, armanc û plansaziyên pergalên desthilatdar, stratejiyên wan ên li ser mirovan û berjewendiyên wan ên pergalî -yên demkurt û demdirêj- pêş dikevin. Rastiya şer û komkujiyên li ser mirovahiyê meşandine, bi vî awayî hatine veşartin. Li ser heqîqeta şer bi hezaran pirtûk û destan hatine nivîsandin, lê belê her kes li gorî xwe pênase dike.
Pergalên desthilatdar gelek têgeh li ser şer zêde dikin, ji wate û cewherê wê derdixin. Her kes li gorî xwe wê têgehê bi kar tîne û mejiyên civakan jî tevlîhev dikin. Dema mirov li ser mijarê hûr vedikole dibîne ku şer û nexasim jî şerê taybet pir bi mij û dûman bûye. Jixwe hinek dipirsin û dibêjin, “Şer çi ye?” Pênaseya şer xwedî dîrokeke dûvdirêj û kevnar e. Cara yekem di dîroka mirovahiyê de têgeha şer piştî derbasbûna serdema hiyerarşîk a dewletdar derketiye pêş. Ji ber pêşveçûnên di navbera qebîle û eşîrên serdemên destpêkê yên mirovahîyê de weke şer nayên pênasekirin. Mirov dikare ji wan li şerên di navbera qebileyan de weke, pevçûnên ji bo şert û merc jiyanê, parastina eşîr û qebîleyan bigire dest.
Lê bi demê re veguherîn çêdibin û ew şer vediguherin pevçûnên xwîn. Bi vî rengî hişmendiya şer li cem mirovan zêdetir pêş dikeve û rêveber dibin desthilatdar. Bi pêşketina çîna jor baweriyên heyî dibin ol û çîna desthilatdar dibe serwerê her tiştî. Ew desthilatdar ji bo pergala xwe rewa bikin, artêşan rêxistin dikin. Roj li pey rojê temayî çêdibe û desthilatdar dikevin dû fikra xwemezinkirinê û hewl didin şer û tundiyê xwe serwer bikin. Ew hêzên serwer bi demê re dikevin nav fikrên xwe navendî bikin û wê hewldana xwe bi derxistina şerên mezin pêk tînin.
Rêber Apo qala kom û grûbên qatil kastîk dike. Rêbertî, ew komên nêçîrvan û xwedî ezmûn dikevin nav hewldana bi rêbazên qetilkirinê, her kesî û bi taybet jî jina parastina klanê dikir têxin bin serweriya xwe.
Ew hişmendiya qatilên kastîk bi demê re hîn kûrtir bûye û hatiye rewşa ku bibe xanedanî, padîşahî, împaratorî û netewe dewlet. Dibe ku hinek bêjin, “Împaratorî ji dewletê mezintir e.” Rast e mezintir e, lê dewlet ji dewleta bajar derbas dibe û dibe dewleta netewe. Dewleta netewe li ser esasê yek dewlet, yek al, yek ziman, yek netewe pêş dikeve. Gel û baweriyên cuda yên li nav sînorên wê dewleta netewe bi sedê salan e dijîn jî tine tên hesibandin. Bêguman dewleta netewe sîstemeke ji bo sîstema kapîtalîst xwe bide jiyîn hatiye avakirin û ji bo kapîtalîzmê bivênevê ye. Di dewleta netewe de timî nîjadperestî empozeyî neteweya serwer tê kirin da ku gel û baweriyên cuda nikaribin dengê xwe derxin. Dewleta netewe ji bo berjewendiyên xwe dikare li hember kêmnetewe û kêmaran her cure hovîtî, şer, komkujîyan pêk bîne. Asîmîlasyon û qirkirina çandî ji bo dewleta netewe rêbazên herî bingehîn in.
Dawiya beşê 1




