Şehîdên Parîsê hatin bibîranîn
Viyan Gabar

Şoreşgerên jin Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 13’yemîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê gaziyên şer ve hatin bîranîn.
Sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’yan paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin duh ji aliyê gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin bîranîn.
Bîranînên li Hesekê û Şedadê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kirin. Piştre endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd Sara axivî.
Şîlan Kobanê diyar kir ku fermandar Sara yek ji damezirînera PKK’ê û hevaleke destpêkê ya Rêber Apo ye û got, “Heval Sara bi têkoşîna meşand mohra xwe li dîrokê xist. Heval Sara xwedî vîna azad bû. Bi sekn û berxwedana xwe li zindanên dagirkeriyê li hember cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê têkoşîneke mezin nîşan da. Ti carî serî ji dijmin re netewand.
Şîlan Kobanê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona fermandar û şoreşgera mezin Sara û ev anî ziman, “Heval Sara ji bo tevahî jinan bû xeta azadiyê. Rêbertî diyar dike ku xeta azadiya jinê xeta Sara ye. Heval Sara ji tevahiya cîhanê re bû çavkaniya jiyan û azadiyê.”
Gaziya şer Şîlanê têkildarî şoreşgerên jin Rojbîn û Ronahî yên di komkujiya Parîsê şehîd bûn jî wiha got, “Heval Ronahî cihê xwe di nav xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger de digirt. Li Ewropayê ji bo bîrdoziya Rêbertî bi jin û ciwanan bide nasîn xebat dimeşand. Heval Ronahî bi îradeya xwe ya azad ji tevahî ciwan û jinan re bû sembola azadiyê. Heval Rojbîn jî xebatên dîplomasiyê dimeşand. Her tim hêvî û armanca wê ew bû ku dengê gelê Kurd bigihîne hemû cîhanê.”
Şîlan Kobanê destnîşan kir ku komkujiya Parîsê dewama Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bû û wiha axivî, “Dijmin bi rêya vê komkujiyê xwest têkoşîna jinan a li hember zîhniyeta desthilatdar rawestîne. Lê tevî van hemûyan jî nikarîn jinan ji fikir û felsefeya Rêbertî qut bikin.”
Gaziya şer Şîlan Kobanê îşaret bi êrîşên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd jî kir û got, “Bi van êrîşan dixwazin gelê azadîxwaz di komkujiyan re derbas bikin. Ev desthilata li Şamê berdewamiya zîhniyeta mêrperest e. Naxwazin li herêmê aştî û aramî pêk were. Em weke gaziyên şer heya dawiyê piştgiriya xelkê xwe yê li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd dikin û berxwedana wan silav dikin.”
Gaziyên şer jî têkildarî jiyan û têkoşîna pêşenga jinan şehîd Sara û şoreşgera jin Evîn Goyî ya 23’ê Kanûna 2022’yan li Parîsê bi hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil re di encama êrîşeke nemerd de şehîd bûn nirxandin kirin.
Piştî axaftinan, sînevîzyona têkildarî şehîdên Parîsê hatin pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bûn.




