Şehîd nirxên me yên jiyanê ne

 

Rêbertî

Her yek ji wan parçeyek ji welat, her yek ji wan lehengek e. Dê ew di civakek azad de weke gulekê spîsax bijîn. Weke guleke sipsor wê her tim cihên civakê bixemilînin û wê bibin pêta agirê azadiyê yê her tim gur dibe.

Rastiya şehîd ferzker e û ferman dide ku mutleq pêwîstiyên wê bên cih. Ev zîhniyet di min de sereke ye. Yên ku vê wek faktora bingehîn a dide tevgerkirin nefikirin, ez zêde îhtimal nadim ku wê bi rêz û hurmet nêzî nirxên din bibin û di heman demê de ez îhtimal nadim ku wateyeke baş û rast bidin nirxên din. Ji ber ku şehîd nirxên herî bingehîn in.

Di bîranîna şehîd de ne ji mirin, ji jiyan, şer û mutleq serketinê behskirin hîn rasttir e. Di pêşketina PKK’ê de dema em bînin ber çavan bê şehîd çi qasî diyarker in, em dikarin bêjin, divê ev taybetmendî were herî destpêkê û ti tişt nikare me asteng bike ku em wê bi vî awayî deynin holê.

Ne ji PKK’ê re, ne ji gelê Kurd re, ji bo min bişopînin min ti carî wek ferman emir neda. Ji bo kesekî wan ê din tine bû, ez mecbûr mam helwesta Îsa ya herî zehmet piştî 2000 hezar sal bigirim ser milên xwe. Min rola Kawayê Hesinkar jî hilgirt. Min pîroziya Hz. Îbrahîm jî hemdemî kir. Ez bûm Mem û Derwêşê Evdê yê hemû Zîn û Edûleyan. Ji axîna dawî ya Manî, Mazdek û Babekan bigirin, tenêtiya Husên a Kerbelayê, evîna heqîqetê ya Xelacê Mansûr û min nîşaneya dostaniyê ya Pîr Sultan hilgirt.

Ez hevalê Denîzan, Mahîran û Îbrahîman im. Ez şervanê tolhildanê yê Mazlûm, Xeyrî, Kemal û Ferhadan im. Ji serdemek wisa, mînaka dawî ya ji her milletan ku bi hezaran kes digihiştin hev û digihişt zanebûnekê bûm. Ne tenê şer û berxwedanên van abîdeyên mirovatiyê hebûn; heman demê doza wan a aştiyê ku firsend jêre neditîn jî hebû.

Şehîdbûn ji bo me jî dibe ku rastiyeke du gav li pêşiya me em bigihêjinê. Dibe ku piştî demeke dirêj jî bibe. Lê maneya hemûyan jî wiha ye. Em li vir li şûna êdî kêmasî û besîtiyên xwe bibînin, serê xwe bitewînin, bigirîn û xerabiyê li xwe bikin, hewce ye em nirxên xwe yên mezin, yanî şehîdên xwe wer bibînin. Ew bangên şer in. Rastî bi xwe ne. Dîsa nirxên ku hewce ye her kes tevlî bibin û bigihêjinê.

Hemû şehîdên xwe û bi taybet şehîdên xwe yên sala dawî ku em dinirxînin, rewşa me ya fikir û pêkanînê ya em di nav de ev e. Ev heman demê rapora encamê ya şehîdên me ye jî. Û beşek girîng a vê raporê jî têkildarî pêşerojê ye. Her çi qasî dubarebûn têde hebin jî bi awayê axaftinên zêde me xwest em destnîşan bikin. Bi van axaftinan re wek şertê bi bîranîna şehîdên me re, me nirxandineke komî kir. Wek hevrêyên herî nêzî van şehîdên me destpêkê hûn tên. Bi vî awayî ku em wan bi bîr tînin, bêguman hêza dilsoziya me, hêza têkoşîna me û ji bo em bi awayekî rast biçin ser wezîfeyên xwe tesîr dike.

Şehîd, nirxên me yên jiyanê ne ku mecbûr dikin ji her demê zêdetir em nêzî rastiyê bibin, her dem hestên me yên berpirsiyariyê qewîn dikin; di heman demê de ev nirxên me yên jiyanê ne ku pêwîst e ji wan re rêz û hurmet were nîşandan û di her kêliya jiyana me de em wan hakim bikin.

Ji bo bîranîna şehîdan jî, bi qasî her yekî ji wan bi şertê ku em çend ji wan di xwe de biafirînin, hûn dikarin vê bi cih bînin. Van şehîdan bi rastî di dîroka me de berxwedana herî bi esalet nîşan dan. Di cihê ku pêwîst bike de dizanîbûn bimirin û dersên bê mirov çawa şer dike û mirov çawa teslîm nabe bi awayekî muezem fêrî me kirin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button