ŞEHÎD JI BO ME RÛMET IN

Destîna Bêrîtan

Dema mirov qala hevalên şehîd dike mirov pir bi kelecan dibe, ji heybeta wan qehremanên pîroz canê mirov dilerize û ya din jî mirov dikeve nav hiseke pir cuda. Pirî caran mirov kilît dibe û hew dizane bê ka wê çawa hestên xwe bi lêv bike û li ser wan şêrejin û lehengan bipeyive. Rêber Apo diyar kiriye ku partiya me partiya şehîdan e, bi xwîna şehîdên qehreman hatiye mezinkirin û pêş ketiye. Lehengên me canê xwe di oxira vê doza pîroz û xaka dayik de feda kirine û gihiştine merteba pîroziyê. Ez li hemberî tevahî şehîdên şoreşê yên dilêr ên canê xwe ji gel û welat re kirine mertalên ji pola ditewînim, bi hurmet û minetdarî wan bi bîr tînim, soza tolhildanê ji wan re nû dikim. Bi berxwedaniya wan şehîdên pîroz gelê me gihişt roja îro, xwe nas kir. Rêber Apo di nirxandineke xwe ya din de jî dibêje, “Şehîd rêya têkoşîna me ronî dikin, ew sax in û ti carî namirin.”

Heval û fermandara me Sorxwîn gelekî hêja û delal bû. Bi rastî hevala Sorxwîn, her ez çi qasî ji bo te binivîsînim jî wê ne pênûs, ne jî lênûsa min têrê bike. Hevala Sorxwîn tu ne tenê fermandar bû, tu ji bo me rênîşana doz û heqîqeta Apogeriyê bû. Hevala Sorxwîn bi uslûb û rê û rêbazên xwe mirov îqna dikir û di nava jiyanê de kesayeta milîtaniya Apoyî dida xuyakirin û îfade dikir. Fermandar Sorxwîn bi tevahî liv û tevgera xwe ya di nav jiyanê de diyar dibû ku çi qasî pêşengek bi heybet û bandor e. Hevala Sorxwîn bi uslûba xwe ya şêrîn diket dilê mirovan. Bi mezinan re mezin, bi zarokan re jî zarokek pir bedew û dilpak bû. Bi rûkenî û henekên xwe mirov her tim hawirdor bi coş dikir. Rêvebir û fermandar Sorxwîn di nava gel de jî her bi kelecan û rûken bû. Gel û bi taybet jî dayikan pir ji hevala Sorxwîn hez dikirin, hurmet û qîmet didanê. Ji ber miroveke pir kedkar bû.

Hevala Sorxwîn di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kiribû. Bi rêbazên xweperwerdekirinê  gihiştibû kesayetek xurt û ji xwe bawer. Her hewldanên hevala Sorxwîn ew bû ku jinan perwerde bike û bigihîne asta herî bilind a zanebûnê. Ji bo ji xwe bawer û piştrast bin, her wiha ji bo bibin xwedî nasname dixwest jin xwe perwerde bikin û pêş bixin. Fermandar Sorxwîn kesayeteke têkoşer bû. Her tim rastiya mirovan dida ber çavan û bi wî awayî nêzîkatî raber dikir. Lêkolînên hevala Sorxwîn li ser dîroka civakê pir xurt bû. Jixwe pir ji xwendin û nivîsandinê hez dikir. Digot, “Rastî û heqîqeta civakî di seyra dîrokê de diyar dibe. Rêber Apo gotiye, ‘Em di destpêka dîrokê de û dîrok jî di roja me de veşartiye.’ Em jî lêgerên heqîqetê ne û serketin jî teqez wê ya me têkoşeran be.” Ji ber wê jî cihê fermandar Sorxwîn lê ba, gelekî cawaz bû. Fermandar û xwedawend Sorxwîn; weke dayika bi bereket hêz dida hevalên li derdora xwe û avaker bû.

Hêza hevala Sorxwîn a rêxistinkirinê jî pir xurt bû. Di nava jiyanê de pir aktîf bû û mirov digot ku gelo ev heval qet naweste? Bi rastî min hevala Sorxwîn ji xwe re dikir nimûne û min pir dixwest ez weke wê jîr û zana bim. Fermandar Sorxwîn her ji bo me mînak bû. Ji ber jinek jîr û ji xwe bawer bû. Heval û pêşeng Sorxwîn ti caran ferq û cawazî nedixist navbera hevalan. Ji tevahiyan hez dikir û qîmet dida wan. Heval Sorxwîn ji mirovan fêm dikir û dida fêmkirin. Jixwe ti caran heval bi tena wan nedihîşt û pirsa her hevalekê/î dikir, ew diparastin. Hevala Sorxwîn hem di erkê xwe yê hevaltiyê de, hem jî di yê rêxistinî de baldar û çavvekirî bû. Ti caran bi çavekî biçûk li mirovan nedinêrî. Timî hurmet û qîmet dida heval û gelê xwe. Hevrê Sorxwîn di xeta îdeolojiya rizgariya jinê de jî xwe kûr kiribû.

Dema mirov li hevala Sorxwîn dinêrî mirov bêhna partîbûnê jê digirt. Hevala Sorxwîn xwedî kesayeteke pir dilnizm û sade bû. Di kar û xebatên xwe de pir cidî û xwedî biryar bû. Bi rêbaz û şêwazê xwe yê di nav kar û xebatan de jî her nimûne bû. Bi rastî hevala Sorxwîn jinek jîr û jêhatî bû. Jixwe dema bi ser karê xwe de diçû mirov jê îlham digirt. Dema karê wê nebûya jî ji xwe re karek peyda dikir. Wexta karek an jî xebatek dida meşandin jî pêwîst bû her serketî ba. Ji bo fermandar Sorxwîn serketin bingehê jiyanê bû. Qet têkçûn û binketin ji xwe re qebûl nedikir. Têkildarî xisûsên wer digot ku mirovên ne serketî bimirin baştir e. Dema mirov li çavên wê temaşe dikir, hêz û bawerî dihat dîtin. Hevala Sorxwîn ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Makûyê bû, lê mirov qet ferq nedikir. Ji ber her weke hevaleke ji Rojava dixebitî û çalak dibû. Hevala Sorxwîn diyar dikir ku divê şoreşa jinê li Rojhilat jî were çêkirin.

Bi taybet jî dema serhildana jin jiyan azadî li Rojhilatê Kurdistanê hate destpêkirin kelecana fermandar Sorxwîn gihiştibû lûtkeyê û digot, heya rewşa heyî xerab nebe wê çareserî jî çênebe. Hevala Sorxwîn jî weke jineke ji Rojhilatê Kurdistanê pir ji xwe bawer bû. Li ku derê û li kîjan warî ba weke ji wir bû têkoşîn dikir û bi kelecana serketinê dixebitî. Hevala Sorxwîn kesayet û hişmendiya xwe gihandibû hişmendiya demokratîk a Rêber Apo qala wê dike. Ji tevahî gelên Sûriyeyê hez dikir û her digot, “Em ê wek model li Sûriyeyê yekîtiya gelan çêbikin.” Hevala Sorxwîn xwedî hunera rast a şoreşê bû. Di rêbazê xwe yê fermandartiyê de jî pir jêhatî û avaker bû. Di kesayeta fermandar Sorxwîn de tişta herî zêde bala mirovan dikişand jî xisletên wê yên wekhev û demokratîk bûn. Qet nedixwest li ser mirovan zextan bike û hewesên wan ên kar û xebatê sar bike.

Timî mirov teşwîqî kar û xebatan dikir, dixwest heval ji xwe bawer bin, hîn xurttir bixebitin û serketî bin. Şêrejina Kurd Sorxwîn di şerê bajarê Kobanê de bi wêrekî û fedayî rola xwe lîst û li wir birîndar bû. Di wî şerî de hevala Sorxwîn fermandar bû û her di refên pêş de qehremanî kir. Ji hevalên xwe yên jin û mêr re bû mînak û pêşengî kir. Xwedawenda şer û jiyanê Sorxwîn di eniya şer a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de şer kir û bi ser ket. Her wiha dema mirov bi hevala Sorxwîn re nîqaş dikir jî hissiyateke pir mezin di mirov de ava dibû. Mirov ferq dikir ku hevala Sorxwîn êşa gel û bi taybet jî, êşa jinan ji kûrahiya dilê xwe de his dike, dixwaze jinan ji wê zulmê rizgar bike, wan bigihîne azadî û wekheviyê. Fermandara me ya serbilind her dixwest gelê Kurd û bi taybet jî jinên Kurd ji bin destan rizgar bike û bigihîne serketinê.

Xwedawend Sorxwîn xwedî hiseke pir kûr bû. Xwesteka wê ew bû ku di tevahî cîhanê de wekhevî û azadî pêk were. Fermandar Sorxwîn digot, “Her roj jin bi tacîz, tecawiz, kuştin û îdamê re rû bi rû ne. Naxwe divê em jinan ji vê rewşê rizgar bikin, wan bikin xwedawend û taca azadiyê deynin ser serê wan.” Di şexsê hevala Sorxwîn de her hevalek vê êşê dijî. Yên vê êşê di kûrahiya dilê xwe de his nekin, nejîn yan jî di ferqa wê de nebin wê nikaribin têkoşînek pir xurt bidin meşandin û pêşengtiya jin û civakê jî bikin. Ji ber hevala Sorxwîn ev xisûs asta herî jor de his fikir, ji bo êş û azara jinan bi dawî bike şer kir, li ber xwe da. Hevala Sorxwîn di nav gaziyan de weke gulekê rengê xwe dida.

Kedeke mezin a hevala Sorxwîn ji bo saziya gaziyan çêbû. Her wiha ji bo gelên Rojava jî kedeke bêhempa da. Gelê Rojava qet hevala Sorxwîn û keda wê dê ji bîr neke û wê her sozdarê wê bimîne. Bi naskirina hevala Sorxwîn ez pir dilşad û serbilind im. Bi rastî şehadeta xwedawend Sorxwîn cihê xembariyek pir mezin û dijwar bû. Lê ya giring ew e, em şopdarê wê bin û çeka wê li erdê nehêlin. Careke din ez ji hevala Sorxwîn û hevala şehîd Azadî re soza xwe nû dikim, dibêjim em ê hedef û armancên we pêk bînin û tola we rakin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button