Şehîd Basil û du hevrêyên xwe bi girseyî hatin oxirkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şêniyên bajarên Hesekê, Til Berak û Şedadê yên kantona Cizîrê gaziyê şer Cano Şedadê, endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Ebîr Xelef El Hisên û endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ehmed El Temê yên 21’ê Kanûnê di encama êrîşeke dewleta Tirk de şehîd bibûn bi girseyî oxirkirin.

Meclîsên Malbatên Şehîdan ên Hesekê, Til Berak û Şedadê ji bo gaziyê şer Cano Şedadê (Basil Ebdulrehîm Dawid, endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Ebîr Xelef El Hisên û endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ehmed El Temê yên 21’ê Kanûnê di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn merasîmek li dar xistin.

Merasîm li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên her sê bajaran, endamên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û ewlekariyê, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, nûnerên Meclîsa Rûspiyan û yên Kongreya Îslama Demokratîk beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Berak Hesen Xelef destnîşan kir ku her çi qasî dijmin hewl bidin îradeya gel têk bibin, jî wê negihîjin encama dixwazin.

Bi navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Casim Xidir jî di axaftina xwe de behsa fedakariya şehîdan û kesayeta têkoşer a şehîd Basil kir.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd Ebîr El Hisên li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin. Cenazeyê şehîd Basil ji bo Şedadê û yê şehîd Ehmed ji bo Til Berakê hatin şandin.

Merasîm bi dirûşmên, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button