Şehadet ji bo mirovên şoreşger gelekî giranbiha û pîroz e

Leyla Amûdê

Şehîd û şehadet di dîroka têkoşîna gelên azadîxwaz de pîroziya herî hêja, nirxê herî giranbiha ye. Lewra di nava her neteweyekê de kesayetên azadîxwaz, fedaî, şerker, têkoşer û pêşeng derdikevin. Ji bo doza azadiya gelê xwe ji dil û can dixebitin. Heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer dikin û diçine şehadetê. Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de jî gelek şoreşgerên fedaî derketine. Ji bo doza xwe ji roja destpêkê heya îro dara azadiyê ya geş bûye bi xwîna xwe av dane.

Xaka welatê me bi xwîna şehîdên qehreman zindî dibe. Bi saya ked û têkoşîna wan çelengan Şoreşa Kurdistanê gihiştiye asta herî bilind. Lewma Rêber Apo diyar kiriye ku Tevgera Azadiyê PKK partiya şehîdan e û jibîrkirina şehîdan xiyanet e. Bi rastî jî gelên dane pey şopa şehîdan, ala wan bilind kirine û li dû armancên wan têkoşiyane, gihiştine hedef û azadiya xwe. Eger em jî wekî ferdên civaka gelê Kurd û milîtanên wê bixwazin layiqî Rêber Apo û şehîdan bibin, ji bilî şopdariya şehîdan rêyeke cudatir nîne. Şehadet ji bo mirovên şoreşger gelekî giranbiha û pîroz e.

Şehîd rastiya jiyanê ne, heqîqeta azadiyê ne. Em ê jî bi vê xebata xwe hewl bidin ku erk û berpirsiyariya xwe ya bicihanîna vê rastiyê vebêjin. Yek ji wezîfe û erka me ya sereke ew e em qala jiyan û têkoşîna pîroz û esîl a şehîdan bikin. Hewce ye em hêvî û armancên şehîdên xwe bêteredut bînin cih. Divê di her kêliya jiyana xwe de em pêşeng û serkêşên xwe yên şehîd vebêjin, wan bidin naskirin. Ev ji bo jin, ciwan û gelê me fedaiyên xwe nas bikin, li ser vî bingehî xwedî li destketî û nirxên xwe derkevin pêwîstiyeke herî jiyanî ye.

Divê em li ser jiyana hemû şehîdên xwe destanan xêz bikin. Bêguman her ku em jiyana hevalekê/î şehîd digirin dest, li ser lêhûrbûn dikin, dinivisîn û diaxivin fikara me ya “Gelo em ê karibin bi rastî jî weke tê xwestin bibin bersiv?” çêdibe. Em pir dihizirin û dibêjin, “Gelo ew heval çawa jiyan, têkoşîn kirin? Wesiyeta wan a dawiyê çi bû? Dixwestin herî dawiyê çi bibêjin yan jî daxwazên wan ji me çi bûn?” Têkildarî, di vê mijarê de em ê berpirsiyariya xwe ya heyî çiqasî bînin cih mirov zehmetiyan dijî.

Hewce ye em bi giranî jiyana wan qehreman û çelengan lêkolîn bikin. Bi taybetî jî têkildarî hevalên em wan ji nêz ve nas dikin pêwîst e em binivîsin, kesayet û jiyana wan bi hûrgilî bidin naskirin û wan timî bidin jiyandin.

Weke hevrê û şervaneke şehîdên şoreşê soz didim heya derfet hebe û ji destê min tê ji dil û can ez ê li ser pêşeng, fermandar û serkêşên me binivîsim.  Jiyana wan kêlî bi kêlî bidim zanîn. Erk û peywira xwe ya ji bo şehîdan pêk bînim.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button