Rûmeta xeta azadiyê: Bêrîtan

 

Rêbertî

Ez şehîdekê bînim bîra we. Şehîd Bêrîtan. Hevala Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di şerê Başûr de şehîd bû, di aliyê azadiyê de xwedî kedeke mezin bû. Di rapora ji min re şandibû de digot, “Bi sûdgirtina ji tehlîlên Rêbertiyê ez dixwazim romanekê binivîsim.”

Di nav me de ti kesî heya niha gotineke wer negotibû. Hevaleke têra xwe eleqedar e. Min digot ku eger min ew heval dîtiba û pêre guftûgo kiriba wê baş bûya. Piştre agahiya şehadeta wê hat.  Keçeke pir leheng bû. Di asta fermandariya taxim de tevlî çalakiya qereqola Rûbarokê bibû û di wê çalakiyê de birîndar bibû.

Tevî birîndar jî bû, di eniya şerê Başûr de li herî pêş helwest girtibû; li wir jî heya guleyên wê biqedin di çeper de mabû. Li ber zinêr li qeraxa kendal, dora Bêrîtan digirin, dixin çemberê. Jêre dibêjin “Teslîm bibe.” Lê Bêrîtan dizane ku bi rastî ev wisa nîne, girêdayî azadiya xwe ye, vê rewşê layiqî xwe nabîne, hezm nake. Dibêje, “We bi dijmin re hevkarî kir, ji Başûr û Bakur hûn êrîşî şoreşê dikin. Hûn xayîn in. Ez teslîmî we nabim” û xwe ji kendalê diavêje.

Bêrîtan xwedî xeta azadiya bêdawî û ya Rêbertiyê bû. Ji bo min a girîng şerê xeta Bêrîtan e. Ez nikarim bibim eskerê kesekî, têkoşîna min têkoşîna azadiyê ye. Pêşmerge bi awayê, em biçin, jinên di nav PKK’ê de werbigirin, nêzîk dibin. Nêzîkatiya wan li holê ye. Ma tê bi wan re çi biparêzî?

Vaye xeta azadiyê ya esas digirim ev e. Ew dibêje, ez teslîmî paşdemayîna Kurd nabim û azadiyê esas digire. Parastina rûmeta wê keçê deynê stûyê me ye.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button