Ruhê berxwedanê yê Tevgera Apoyî êdî li her cihî ye
Leyla Amûdê

Gelê Kurd ê yek ji gelê herî qedîm ê Mezopotamya û Rojhhilata Navîn e, ji hêla dewletên dagirker û mêtinger ve bi salan rastî zext û zordariyeke mînakên wê nînin hat. Ev gelê bi nirxên ava kiribûn, ji bo mirovatiyê pêşketinên mezin afirand, hatibû rewşeke êdî kesî ti hesab jê nedikir. Di rewşeke wer pir zehmet de Rêber Apo dest bi têkoşîneke bi heybet a tevahî nirxên mirovatiyê digirt nav xwe kir. Helbet pirsgirêka şiyarkirin û rakirina ser piyan a gelekî pir pir giran e. Tevî giraniya wê jî Rêber Apo xwe da ber wê peywira miroviyê.
Rêbertî ligel koma xwe ya biçûk dest bi têkoşîneke dîrokî kir. Mîna bi serê derziyê bîr kola. Av derxist û mejiyê gelê Kurd rohnî kir. Gelê Kurd bi dengê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan, agirê bedena Çaran û berxwedana bêhempa ya Kemal û Xeyriyan ji xewa giran rabû û bi dengê guleya tivinga Egîdan ket nava liv û tevgerê.
Tevî hemû zor û zehmetiyan jî gelê Kurd bi Rêber û şervanên xwe re meşiya. Civaka Kurd li çar parçeyên Kurdistanê qet ti bend û sînor nas nekirin. Bi biryar, israr û wêrekî heya roja me ya îro hat.
Bi hezaran gundên Kurdan li Bakurê Kurdistanê hatin valakirin û şewitandin. Mirov sirgûn kirin, ew zevî û malên wan dûr xistin. Tevî van hemûyan jî dewleta Tirk nikarî gelê Kurd ê ji xewa sedê salan şiyar bibû ji Tevgera Apoyî sar bike. Bi hezaran welatparêz, milîs û sempatîzanên hêja ji hêla kontra û çeteyên dewletê ve hatin revandin, êşkencekirin û qetilkirin.
Gelê Kurd bi serbilindî xwedî li şehîdên xwe derket, Nisêbîn, Cizîr, Amed û hwd. bi sedan gund, navçe û bajar bûn cihê berxwedana gel. Ev heyecan, coş, dilsozî, girêdana jin û ciwanên Kurd bi Rêbertî, gerîlayên azadiyê û Tevgera Apoyî xurt e.
Bila ti kes xeyal neke ku wê rojekê ew ruhê berxwedanê yê Rêber Apo û PKK’ê ava kir û pêş xist, tine bibe. Ew ruh wê her tim zindî be. Ruhê berxwedanê yê Tevgera Apoyî êdî li her cihî ye. Wê ew ruh di rûyên zarokên keç û kur ên Kurdistan, Mezopotamya û Rojhilata Navîn de xwe bide der. Wê ruhê vejînê di dilê her Kurdên bi rûmet û berxwedêr de bimîne, ji bo tevahî mirovahiyê jî wê bibe pêşeroja azad û wekhev.
Li ser vî esasî ez 47’emîn salvegera damezirandina PKK’ê, Roja Vejînê ya Neteweyî di serî de li mîmarê hêvî û azadiyê Rêber Abdullah Ocalan, tevahî heval, hogir û gelên me yên bi rûmet û serbilind pîroz dikim.
Pêwîst e em bi giştî vê cejna pîroz li her qadê bi coş û heyecaneke bi heybet pîroz bikin. Divê em dengê xwe bigihînin tevahî mirovan da ku ew jî ji bo biserxistina pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk tişta ji dest wan bê bikin.




