Rola ciwanan a di nav civakê de
Qehreman Kobanê

Di jiyana mirovan de, di gelek çîrok û romanan de her tim bi egîdî û wêrekî behsa ciwantiyê hatiye kirin. Gelek helbestvan di demên xwe yên îxtiyariyê de bi hesret û keser behsa demsala xwe ya jiyanê, ciwantiya xwe kirine. Hinek helbestvan jî dema hatine asta ku êdî ciwantiya xwe derbas kirine bi xemgînî di hevokên xwe de hestên xwe anîne ziman.
Lê belê çawa ku pergala serwer ew 5000 sal zêdetir e, li ser mirovatiyê hakimiyeta xwe çêkiriye û li gorî dixwaze şekil û reng didiyê li ser ciwanan jî bi heman rengî rêbaz bi kar aniye. Bi pergala modernîteya kapîtalîst re ev hîn zêdetir pêş ketiye.
Ciwan, ji tevahiya fikir, hest, vîn û ya herî girîng ji heqîqeta xwe hatiye dûrxistin. Ciwan, “di civakan de xwedî çi rolê ye, pergal çima ev qasî pêre mijûl dibe”, lêpirsîn nake. Ev jî bêguman ji tesîra pergalê ku xwe dispêre hezarê salan û heya hemû şaneyên wî ew kiriye bin serweriya xwe, çavkaniya xwe digire.
Bi taybet di nav piranî civakên roja me de bi qasî serê derziyê mirov heqîqeta ciwan nikare peyda bike. Bi temamî ji holê hatiye rakirin, tevahî hêz û çalakiya xwe di xizmeta modernîteya kapîtalîst de xerc dike.
Rêber Apo di vê mijarê de wiha dibêje: “Di pêşketina civaka hiyerarşîk de piştî jinê, rewşa ciwanan roleke diyarker lîstiye. Sîstema ku ciwan xist bin destê xwe heta dawiyê ji xwe piştrast e. Pişt re sîstemên civaka dewletdar hatin û hemûyan bi heman awayî kirinên xwe li ser ciwanan ferz kirin. Ciwantiyeke mejiyê xwe hatibe tevizandin û şûştin, mimkun e her kar pê bê kirin. Şer jî di navê de, her karê zehmet dikare bike. Li rêza pêş her kar û xebata zehmet pê tê kirin. Bi kurtî; mirov bi pîrbûnê re qels dibe, lê bi tecrûbeyan dibe xwedî hêz. Mirovên pîr bi hêza xwe ya tecrûbeyê qelsiya xwe ya ji pîrbûnê ji holê radike, ji bo vê yekê jî hêza ciwanan dixin xizmeta xwe. Ev rastiya ku xwe di sîstema bavik de bi rêkûpêk kiriye heta îro dewam dike. Divê ez careke din dest nîşan bikim ku ciwan hêzeke fizîkî îfade nakin, ew rastiyeke civakê ne. Çawa jintî ne mijareke fizîkî ye, rastiyeke civakê ye, ciwantî jî bi heman rengî ye.”
Kurdistan, çawa ji mirovatiyê re di roja me de berhem û dahatûyên muqeddes ava dike, ji bo ciwanan jî bi heman rengî ye.
Tevgera Azadiya Kurdistan bi pêşengiya Rêber Apo bi ciwanên Kurd û yên ji neteweyên din dest bi têkoşînê kir, heya niha hêza xwe ya esasî ji ciwanan werdigire. Rêber Apo, di mijara ciwanan de analîzên pir bi qîmet pêş xist. Her ciwanên ku para xwe ji wan analîzan wergirt ango di naskirina heqîqeta xwe de gihişt encamê, xwe fêm kir û di Tevgera Azadiya Kurdistan de cihê xwe girt. Li çiyayên Kurdistan bi coş û heyecaneke ku zehmet e mirov bîne ziman destanên herî pîroz afirandin, xwîna xwe di oxura azadiya gelê Kurd û mirovatiyê de rijandin û gihiştin mertebeya herî bilind. Bi ken û beşişbûnên xwe bi rojê re bûn dost, bi hîv û stêrkan re bûn destebirak.
Ciwanên Kurdistanî li her cihên ku lê ne xwe bi rêxistin kirin û di her organîzasyonên feydeyê didin azadiyê de bûn pêşeng. Lewma ya rast ev e ku dema ciwan xwe bi bîrdozî û felsefeya Rêber Apo pêçandin, fêm kirin, di jiyan û kesayeta xwe de bi cih kirin, ti hêz nikare li pêşiya wan bibe asteng. Wê civak ji xwe bawer be û bi çavên tijî hêvî wê li asoyên welatê xwe bêxem û bêtirs xwe ji dahatûyê re amade bike.




