Rojbûna te pîroz be Rêberê min

Selena Dêrik

Di dîrokê de her tim gelên bindest li hember zordest û zaliman serî rakirine. Gelê Kurd jî yek ji wan gelan e ku li hember dehaqan bi hezarê salane serî netewandiye. Her di nav têkoşînekê de ye. Ji bo bidestxistina mafên xwe û hebûna xwe bide qebûlkirin berxwedaniyeke bêhempa raber dike. Lê her rabûn û serhildanên wan nîvçe mane. Sedema vê bi piranî ji xiyaneta hundirîn çavkaniya xwe girtiye. Piştî ewqas berxwedan û têkoşînê bi serhildana 29’an ya di pêşengiya Rêber Apo de gelê Kurd mafê xwe yê jiyanê bi dest xist û hebûna xwe da qebûlkirin.

Li cîhanê dema tu lê meyze dikî, tê dîtin ku yên rêbertiyê û pêşengtiyê ji gelê xwe re dikin bi piranî berjewendiyên desthilata xwe di ser gel re dîtine. Ev pêvajoyên em niha dibînin vê yekê piştrast dike. Gel her rastî komkujiyan tên, nasnameya wan tê înkarkirin, neçarî koçberiyan dibin. Lê belê Rêber Apo bawerî bi vê anî ku hêz û yekbûyîna gel di ser her tiştî re ye û esasê serkeftinê, gel bi xwe ye. Yek ji tişta Rêber Apo ji rêberên din cuda dike jî ev e.

Îro asta me ya têkoşînê ya em gihiştinê û dimeşînin bi saya ked û nirxên Rêber Apo û hemû şehîdên Kurdistanê ye. Em jî weke jin her tim dibêjin û her em ê bêjin, “Em deyndarê Rêber Apo ne.” Rêbertî bi hêza jin û zanista wê bawer kir. Piştrast kir ku şoreşên bê jin mehkûmî binkeftinê ne û ti carî bi ser nakevin. Rêbertî da nîşandan ku rol û mîsyona jinê di avakirina şoreşan de lingekî herî bingehîn e. Mînaka vê ya li ber çavan Şoreşa Rojava ye. Ev şoreş yek ji mînakên herî şênber e ya heya niha li ti devera cîhanê nehatiye dîtin. Şoreşa Rojava, ji tevahî jinan re heya ji hemû gelên ji bo azadiyê di nav têkoşînê de ne, bûye çavkaniye hêz, moral û îlhamê.

Her tim me Rêbertî ji xwe re esas girtiye. Me Rêber Apo weke hevalekî herî nêzî xwe dîtiye ku hevaltiya herî rast bi jinê re meşandiye. Em ê her tim layiqî hevaltiya Rêberê xwe û nirxên daye me bin. Em ê têkoşîne xwe bilind bikin û xwe bigihînin her cihî. Em ê li deriyê her malekê bidin da ku dengê her jineke şoreşger û Apoyî bibihîzin. Em ê dengê têkoşîn û berxwedanê bigihînin her kesî.

Bi vê wesîleyê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo di serî de li Rêbertî, jinan, gelê Kurd û tevahî mirovatiyê pîroz dikim. Rojbûna Rêber Apo rojbûna mirovatiya azad e. Pêwîst e bi coşa pêşwazîkirina 4’ê Nîsanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ji her demê zêdetir têkoşîn bikin.  Em dibêjin, Rojbûna te pîroz be Rêberê min.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button