Rojava bû sembola û hêviya yekîtiya Kurdan

Hîlal Goyî

Careke din navê Kurd û Kurdistanê derkete ser dika dîrokê. Gihişt asta heqîqeta haj li xwe bê. Gelê Kurd ketiye ferqa hebûna xwe. Êdî Kurd ji bo hebûna xwe şer dikin. Çanda xwe pêş dixin û siyasetê li ser navê xwe û mirovahiyê dimeşînin. Lê divê em weke gelê Kurdistanê yê pir zêde zor, zehmetî, êş kişandiye û zilma sedsalan dîtiye bi tedbîr bin. Ji hêla dagirkeran ve em rastî gelek komkujiyan, komplo û bêbextiyan hatine.

Me her tim weke netewe li hemberî neheqiyan serî rakiriye, li ber xwe daye û şer kiriye. Lê mixabin di encam de ji ber tênegihiştina siyaseta derve ya tijî bêbextî û xiyaneta hundirîn me mezin winda kiriye. Kurdan ji hemû gelên li derdora xwe re her tim qencî û başî kiriye. Ji dema Medan heya îro me ti carî xaka kesî dagir nekiriye. Di dema Selahedînê Eyûbî de hevgirtina Kurd û Ereban pêş ketiye. Dema Tirk hatine Anatolyayê, bi saya Kurdan ji xwe re cih peyda kirin. Kurdan bi wan re hevaltî û dostanî kiriye.

Lê mixabin her tim gelê Kurd ji piştê ve hatiye xencerkirin. Dewletên Rojavayî jî ji ber dostaniya Kurdan a bi gelên herêmê re Kurd timî weke dijmin dîtine. Lewma gelê Kurd timî li derve hiştine. Desthilatên wan gelên herêmê jî timî ji bo berjewendiyên xwe Kurd ji piştê ve xencer kirine.

Belê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Kurdistan di navbera çar dewletan de hat parçekirin. Her dewletekê li ser esasê înkar û tinekirina Kurdan polîtîkayên xwe meşandin. Xaka me dagirkirin, ziman, çand û hebûna me înkar kirin, navê me jî qedexe kirin. Bêguman wan dewletan û hevkarên wan çi kirin jî nikarîn ruhê me, vîna û berxwedêriya me bidin windakirin. Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya zêdetirî nîv sedsalê hemû Kurdên di nav çar dewletan de hatibûn parçekirin kir serwext kir. Kurd anîn asta ku li hebûna xwe xwedî derkevin. Şoreşa Rojava jî li ser vê bingehê hêşîn bû û îro ji bo hemû Kurdan û gelên azadîxwaz re bûye stêrka ku timî rohnî dide.

Lê mixabin û sed mixabin hê jî xeterî û dijminatiya li ser hebûna me mezin e. Pêwîst e, em ji dîrokê û her kêliyên jiyana xwe dersan derxin. Her çi dibe bila bibe, divê em xwe di siyaset û dîplomasiyê de xurt bikin û neyên xapandin. Belê hevalno weke gel taybetmendiyên me yên merd, fedakar, durist, dilsoz, xwediyê gotin û soza xwe û hwd. ên ji cewherê mirovbûnê çavkaniya xwe digirin hene. Kurd bi hestên mirovî, dilekî paqij nêzî yên beramberî xwe dibin. Kurd mêvanperwer in deriyê xwe ji her kesî re heta dawiyê vedikin.

Bêguman ev taybetmendiyên herî esîl ên mirovbûnê ne. Lê belê pêwîst e, em êdî dost û dijminê xwe baştir nas bikin, nêtên paqij û nepaqij ji hev derxînin. Divê em nirx û qîmet bidin mirovên layiq. Dîsa eger kesek ne layiq be jî em li gor wê nêzîk bibin. Bi vê qinyatê min tişta ji heqîqet û trajediya kesayeta Kurdistanî derxistiye û dizanim ew e ku sira serkeftinê yan jî binketinê ev e. Dijberên me ji ber van xisletên me baş dizanin, ji wan feyde digirin û timî li hember me bi kar tînin. Bêguman em ê ti carî van xislet û taybetmendiyên xwe terk nekin. Lê hewce ye em rê nedin kesên niyeta wan xerab e jî.

Pêşeng û rêberên me piranî bi van rêbazên dijberan hatine tinekirin. Li ber sêdarê Şêx Seîd ji dozger re dibêje, “Dozger beg, ka te gotibû em ê bi hev re berx bixwin?” Seyîd Riza jî dibêje, “Min nekarî bi we, bila ev ji min re bibe derd; lê min li ber we çong ne danî, bila ev jî ji we re bibe derd.” Em jî dibêjin, “Ey pêşeng û rêberên Kurdan, bila dilê we rehet be êdî dem hatiye neviyên we tolê rakin û dersên pêwîst ji dîrokê derxin. Pêşeng û rêberê herî zêde serê xwe li ser pirsgirêk  û kesayeta Kurd êşandiye Rêber Abdullah Ocalan e. Bi kedeke bêhempa, tehlîl û dahûrandineke pir kûr a dîrok û kesayetê kir û pêşkeşî berxwedêran kir.

Rêber Apo dibêje, “Em di destpêka dîrokê û dîrok jî di roja me de veşartiye.” Jixwe di vê rêwîtiya xwe ya di asta eşqa heqîqet û azadiya Kurdistanê de pirtûka “Evîna Kurd” nivîsand. Dema dît kesayeta di bin bandora perwerdeya dagirkeran de maye, bê hêvî û bê îrade ye diyar kir ku bi vê kesayetê azadî û serkeftin nabe. Rêbertî her wiha dibêje, “Heke welatekî bidin min ez ê bêjim, ‘Ez mirovek bi îrade û azad dixwazim.’”

Hêzên dagirker zû ketin ferqa vê heqîqeta Rêbertiya me ya di Kurdan de ruh û şexsiyetek nûjen ava dike û pêş dixe. Lewma kirin hedefa xwe, bi destên xwe yên qirêj Komploya Mezin, bêbextiya sedsalê xistin meriyetê. Lê fikrek û felsefeyek dema xwe li ruh pêça û di şaneyên civakê de pişkivî, êdî ev fikir û felsefe xwe bêmirin dike.

Heqîqeta Apoyî jî tov dabû, belavî nav xaka Kurdistanê bibû û şitil dabû. Kok saxlem bû û hewldanên komplogeran vala derketin. Ji ber çavkaniya felsefeya Apoyî jiyana komînal esas digire. Demokratîk e, ekolojik e, jin û mêrên azad û civaka azad dike bingeh. Bêguman komployên dagirkeran hê jî didomin. Vê carê komplo li ser esasê qirkirin hebûna Kurd û jiholêrakirina paradîgmaya neteweya demokratîk e. Bi vê dixwazin gelan bikin dijminê hev. Jixwe êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê jî bi vê armancê bûn. Lê Rêber Apo lîstik û komplo zû ferq kir, bi xwînsarî û fedakariyek mezin mudaxele kir. Dîsa şervanan bi ruhê fedaî şer kirin. Gelê Kurdistanê li çar parçeyan rabû ser piyan û sekneke herî bi rûmet pêş xistin. Li ser vî esasî Rojava bû sembola û hêviya yekîtiya Kurdan.

Di encamê de weke gelê Kurdistanê yê welatparêz ji her kesî tê xwestin ku hîn zêdetir haj ji komployên wiha hebin, xwe bi hişmendiyeke kûr rêxistin bikin, felsefe, fikir û paradîgmaya Rêbertî belavî hemû cîhanê bikin. Divê em jiyanek azad û cîhaneke bê şer diyarî hemû mirovatiyê bikin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button