Roja Kobanê ya Cîhanê li hemû gelan pîroz be
Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Berî niha bi 11 salan li hember hovîtiya DAÎŞ’ê ya bi rêbazên dijmirovî li cîhanê tirs û xofeke mezin belav kiribû, gelê Kobanê yê berxwedêr û şervanên azadiyê ji bo parastina hebûn û rûmeta mirovatiyê bi rojan têkoşîneke herî bi heybet a mînakên wê di dîrokê de kêm in pêş xistin.
Di encama wê berxwedana bi haveynê fikra Apoyî hatibû strandin, ji bo koma qatil û hovan destpêka tinebûnê dest pê kir. Bi berxwedana dîrokî ya Kobanê re pêşeroja şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êdî ket qonaxeke ku ji hemû gelan û azadîxwan re bibe îlhame jiyaneke li dijî hemû desthilatdarî û zordaran. Serketina Kobanê ku serketina herî muezem a mirovatiya azadîxwaz e, di heman demê de diyariyeke herî xweşik a ji bo tevahî jinên azadîxwaz û serhildêr e.
Weke Fedrasyona Gaziyên Bakur û Rojhjilatê Sûriyeyê di serî de jinên berxwedêr, xelkê Kobanê, tevahî gelên herêmê yên di vê berxwedana mezin de para wan mezin e bi coş silav dikin.
Di vê berxwedana ya rastî li hember hemû hêzên paşverû û dagirker hat pêşxistin de bi sedan heval û hevrêyên me şehîd û birîndar bûn. Em tevahî şehîdên xwe yên nirxên me yên herî pîroz û bilind in bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Ji malbatên me yên di vê têkoşîna bi rûmet de şehîd dane re sersaxiyê dixwazin.
Em weke gaziyên şer ên di berxwedana Kobanê û şoreşa Bakur û Rojhillatê Sûriyeyê de ji canê xwe parçe dane soz didin heya dilopa xwîna me ya dawî em ê di serî de sembola berxwedanê ya cîhanê Kobanê, tevahî xaka xwe ya bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêzin.
Bi vê wesîleyê Roja Kobanê ya Cîhanê di serî de li pêşengê gelan Rêber Apo yê bi fikir û ramanên timî rêya me vedike, tevahî şervanên azadiyê û li hemû pêkhateyên me yên dilsozên xwişk û biratiya gelan in pîroz dikin.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê




