Roja 8’ê Adarê bilindkirina têkoşîna jinên kedkar e
Gaziya şer Selena Dêrik...

Ez di serî de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li tevahî jinên azadîxwaz û têkoşer pîroz dikim û banga bilindkirina têkoşîna li dijî şer û tundiyê dikim. Têkoşîna jinên Kurd ji berxwedana zindanan a têkoşer Sakîne Cansiz dest pê dike û heya roja îro tê. Di xelekê de gelek jinên canfeda yên weke Bêrîtan, Zîlan, Sema, Ezîme, Besê ew berxwedan berdewam kir heya gihişt Avesta, Barîn û Arînan. Jinên azadîxwaz mîrateya 129 jinên berxwedêr ên 1857’an li New Yorkê ji bo daxwaza mafên xwe hatin qetilkirin, ji dil û can hilgirtin û têkoşîna wan berdewam kirin.
Wan jinên çeleng soza xwe ya dîrokî ji Rêber Apo, şehîdan û ji tevahî jinan re nû kirin. Ketin ser rêya cenga giran. Bi wêrekî, dilêrî, bîr û bawerî li ber xwe dan û destanên qehremaniyê xêz kirin. Wan şêrejinan mîrateya parastin û xwedîderketina li armanca jinên çalakvan pêş xistin.
Îro li Rojavayê Kurdistanê bi sedan jinên şoreşger cihê xwe di çeperên şer de digirin, ji bo parastina xak û gelê xwe pêşengtiyê dikin. Dîsa di saziyên cuda yên Rêveberiya Xweser de erk û wezîfe girtine û dixebitin. Ji bo mafên xwe û azadiya xwe li her derê û li her cihî têdikoşin.
Paradîgma û projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye pêşiya jinan ji hêla bi hezaran dilsoz û dildarên azadîxwaz ve tê pêşxistin. Ne tenê li Kurdistanê û li Rojhilata Navin, li her devera cîhanê jin ji bo azadiya xwe dest bixin, têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Bi şev û roj li ser piyan e. Bi saya têkoşîn û keda Reber Apo ya bêhempa jinê xwe nas kiriye û têkoşîn dike. Her cihekî jin lê ye mirov dizane ku ked, têkoşîn û lêgera heqîqetê heye.
Li her saziya jin têde cih digire kar û xebatên serketî tên kirin. Ev jî dihêle hêzek çêbibe û projeya Rêber Apo were pêkanîn. Ji destpêka şoreşê heya roja îro jin beşdarî kar, xebat û şerê parastinê bûne. Bi wêrekî û qehremanî canê xwe feda kirin da ku siberojeke wekhev û azad ji gelê xwe û jinan re ava bikin.
Jinên têkoşer û çalakvan bi dil û can, bêrawestan kar û xebat dikin. Bi berxwedan û heybeta xwe ya serhildêr tirs dixin dilê xayîn û neyaran. Serê xwe ji ti kesî re natewînin. Bi artêşbûna xwe ya li ser esasê jiyaneke azad û wekhev ji hemû jinan re bûne hêvî û îlhama jiyaneke li derveyî sîstema xwînmij û kedxwar a kapîtalîst.
Careke din ez di kesayeta şehîd Berfîn, Denîz, Amara, Sîdar, Zeyneb, Rojbîn û bi sedan jinên weke wan de tevahî şehîdên vê rojê bi bîr tînim, bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim û sozdariya xwe ji wan re nû dikim.
Em ê weke jin roj û cejna 8’ê Adarê bikin roj û cejna serkeftinê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Wê ev roj bibe cejna rizgariya gelê Kurd û hemû gelan. Em ê bi coş, ruh û îradeya 8’ê Adarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serketinê tacîdar bikin. Vê roja bi wate li hemû jinên şoreşger, kedkar û nexasim jî jinên niha di çeperên şer de ne pîroz dikim.




