Rejîma Îranê di siyaseta darvekirinê de israr dike
Ji pênûsa Hebûn Roder

Rejîma Îranê di siyaseta xwe ya darvekirinê de serhişkiyê dike. Li gor tê ragihandin, ji heyva çileyê ve pergala meleyan 300 jin darve kirine. Jixwe hema her roj jî mirov tên darvekirin. Her wiha 30 jinên Kurd jî bê serûşûn in. Malbatên wan li wan digerin. Dibe ku meleyan ew jin bê darizandin înfaz jî kiribin. Ev rastiyeke vê pergala hovane ye. Pergala Îran gelekî ji jinan, nexasim jî ji jinên çalakvan û şareza ditirse. Li gorî daxuyaniya rêxistina mafên mirovan gelek mirov li meydanan hatine darvekirin û bi vî rengî pergal bertek û tola xwe ji gelan radike.
Wer xuya dike ku pergalê li hember serhildan û xwepêandanan ti gav paşde neavêtiye û li ser ya xwe israr dike. Jixwe di van çend salên dawiyê de pergala meleyan darvekirina mirovan hîn zêdetir kirine. Niha jî em dibînin ku mirov li qadan bê darizandin têne qetilkirin. Meleyên kujerên kastîk meydanê li gelan dixwînin, rasterast mirovan bi kuştinê didarizînin. Rejîma meleyên kujer û zebeniyên ber dergeha dojehê bûne mîma perçemên xwînmij. Ji vexwarina xwîna mirovan têr nabin.
Ev rastiyeke bê nîqaşek e ku rejîma Îran çiqasî ji bo domandana pergala bixwaze çavên mirovan bitirsîne jî wê bi ser nekeve. Tekez wê pergala wan hilweşe û niha jî li ber kendalê ye. Weke her mirovên xwedî wijdan ez jî wan kiryarên hovane û kujer ên dewleta Îranê şermezar û rûreş dikim.
Gelek caran Rêber Apo bang li rayedarên Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Iraq û Îranê re kir ku pergala xwe biguherînin û gavên ber bi demokratîkbûnê ve biavêjin. Lê mixabin her di siyaseta xwe ya înkar û tinekirinê de israr kirin. ew dewlet şer weke yekane rêbaza serkeftina xwe dibînin. Li hember guhertin û veguhertinê de pir hişk in. Qalibê wan ê fikrî hişmendiya wan a desthilatdar dide nîşandan. Bêguman ew dewlet heke xwe neguherin wê têkevin zibala dîrokê û mirovahî wê wan timî şermezar û rûreş bike. Ji ber serdema şer ji zû ve derbas bûye, lêw ew hêz israra xwe ya di vê mijarê de didomînin.
Komara Îran darvekirina mirovan ji bo xwe weke çandekê dibîne. Pir zelal dixuye ku wê pergala Îran bilez û nedereng yan biruxe yan jî veguhere. Helbet eger biguhere jî dive ne bi destên hêzên hegemon be. Ji ber wê ti cudatiyê vê guhertinê ji ya berê nebe. Eger guhertin û veguhertin bi hêza dînamîk ya gelan were çêkirin wê hîn bi tenduristir be. Gelek nimûne hene ku bi êrîşên hêzên derve û navendî rejîm hatine guhertin. Lê ew guhertin ji yên berê hîn xerabtir bûne. Li Efganistanê, Lîbya, Sûriye û hwd. li hinek welatên din ev pir eşkere xuya kir. Rewşa wan dewletan gelekî xerab û tevlîhev e.
Pêwîst e pergala Îranê dest ji tundiya xwe ya li hember gelan, jinan û azadîxwaz berde. Pêwîst e wan kiryarên xwe yên hovane bi dawî bike û li gor daxwazên gelan û jinan xwe di guhertin û veguhertinê re derbas bike.
Ez ji tevahî malbatên me yên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê yên ferdên wan jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazim, ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazim. Wê gel û jin bi hevgirtin û berxwedanê ji sedî sed bi ser bikevin.




