Rêbertî şehadeta Hakî Karer kir sedema dîrok bê guhertin

Gelê Kurd ji bo ji jiyana xerab xwe rizgar bike gelek berdêl dan. Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistan xwe di vê dozê de kirin cangorî. Ne tenê Kurd bûn şehîdên ku xwe ji bo gelê Kurd feda kirin. Ji pir gelan şexsiyetên bilind biryar dabûn ku bi Rêber Apo re bimeşin.

Yek ji wan jî Hakî Karer bû. Rêber Apo der barê Heval Hakî de wiha dibejê: “Hîn jî li bîra min e. Têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ cara yekemîn dema min kir dil û hişê xwe ez ji ser hişê xwe çûbûm. Hevalê min ê malê mirovê mezin Hakî Karer dema ew rewşa min dît, tevî ku ne Kurd jî bû heya çû şehadetê jî weke rêberê rastî yê pêkhateya nû tevgeriya û xwe jê şûnde venekişand.”

Belê di salên kombûyînê de heval Hakî ji bo rêxistinkirina gel weke hin hevalên xwe yên din, berê xwe dide Kurdistan. Di gelek karên giran de dixebite da ku ji bo hevalên xwe yê komê bibe alîkar, mirovan nas bike û wan tevlî nav komê bike.

Tevgera Apoyî nedişibiya ti tevger û hereketên din, bi hêz û îradeya xwe bê ku cudahiyan bixe nav gelê Kurd ji bo rizgariyê dest bi têkoşînê kiribû.

Armanc, hedef, zîhniyet, zanist, exlaq ango her tiştên erênî û baş ên ji bo mirovatiyê di kesayeta xwe de dabûn rûniştandin pêşengên vê doza pîroz. Lewma hêzên tarî yên ku heta qirika xwe di nav xiyanetê de bûn rehet nedisekinîn.

Heval Hakî dema li Dîlokê ye 18’ê Gulana 1977’an ji aliyê komeke bi navê Stêrka Sor ve bi komployekê tê qetilkirin. Dewleta dagirker û hêzên hevkar bi qetilkirina heval Hakî êdî hemû niyetên xwe bi awayekî eşkere dabûn xuyakirin. Li gorî wan diviyabû Apoyî nekevin Kurdistan; lê belê di demeke kurt de Rêber Apo şehadeta Heval Hakî dike sedema pêvajoyeke ku wê bi sedê salan were behskirin û dîrokê ji kok de biguherîne.

Rêber Apo di vê mijarê de wiha dibêje: “Li Enqereyê hîn çend roj derbas nebibûn ji Dîlokê agahiya şehadeta Hakî Karer hat. Li ser vê agahiyê ez dikarim bêjim ku ez hilweşiyam. Misoger bû ku me derbeyeke mezin xwaribû. Ya girîng ev bû ku em bersiveke rast bidin bersiva Wî. Min nikarîbû ez tevlî merasîma cenazeyê Wî bibim. Paşê li Ulubey-Ordu min gora Wî ziyaret kir. Soza ku min ji bîranîna Wî re da ev bû ku ez komê veguherînim partîbûyînê. Di payîza heman salê de min bi xwe metna pêşnûmeya bernameyê nivîsand. Ya min dikir li taxên li qeraxên Dîlokê xebata di şopa şehadetekê de meş bû. Li ser bingehê Bernameya Partiyê ya ji bo bîranîna Hakî Karer hatibû amadekirin. Di 26-27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê ya Amedê civîna me ya ji 22 kesan ku di wesfa kongreya damezirîner de bû, ji qonaxeke girîng a rêya bêveger bû. Binavkirin û îlankirina wek PKK’ê di esasê xwe de dawiya pêvajoyekê bû. Hem di şert û mercên cîhan û Tirkiyeyê de, hem jî di pratîka komê de tiştên diviyabû werin kirin bi esasî hatibûn kirin.”

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji bo bîranîna şehadeta Heval Hakî hat damezirandin. PKK’ê bi guhertin û veguhertinên ku di dîroka Kurdistan û gelê Kurd çêkir her dem di dilê dijminan de bû tirsek û dilê gelê Kurd, dost û mirovatiyê de cihekî wiha çêkir ku qet dernekeve.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button