Rêbertî mirovatiyê careke din bi heqîqeta wê re digihîne hev
Arîn Koçer

Bêguman banga Rêber Apo ya ji bo pêvajoya çareseriya, aştî û civaka demokratîk di her kesî de heyecaneke pir mezin çêkiriye. Lêgerîn û hêviya mirovahiyê ya ji têkildarî jiyana azad û wekhev jinûve pêş xist. Rêber Apo bêhtirî 52 sal e ji bo di jiyaneke bi rûmet a hemû gel têde bijîn, têkoşîn dike. Ji bo avakirina civaka exlaqî û polîtîk û jinên bi îrade û hêza bawer derkevin holê bêsekn dixebite.
Rêber Apo bi nirxên ava kirine di nava civakan pir bi bandor e, hêvî û bawerî di mirovan de ava kiriye. Hêz û cesareta karibin li hember zilmê serî rakin daye jin û ciwanan. Gelê Kurd û dostên wan ji dil û can ji Rêberê xwe bawer in. Timî amade ne tişta dikeve ser milên wan pêk tînin.
Rêber Apo, bi awayekî ji xwe, Tevger, kadro û gelê xwe bawer dike, dest bi pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk kiriye. Rêbertî di vê xisûsê de jî tiştekî li pêşiya xwe weke astengî nabîne. Ji bo xwedîderketina li pêvajoyê timî bang li gelan û jinan dike. Li ser vî esasî perspektîfên ji bo xurtkirina pêvajoyê dide.
Ez bawer im piraniya gelê Tirk, nexasim rewşenbîrên û zanyarên wan ji têkoşîn, helwest û keda Rêber Apo ya ji bo aştî û wekheviyê yeqîn dikin. Lê hîn jî hesab ji dewletê û hişmendiya wê ya paşverû û tekperest nexwestine. Hinek klîkên şerxwaz û xwînmij hewl didin careke din şer berdewam bike û belavî tevahî herêmê bikin. Lê divê were zanîn ku eger gel yekîtîya xwe xurt bikin wê ev hêzên ji bilî xerabiyê tiştekî din nafikirin bêtesîr bibin û ji holê rabin.
Rêber Apo diyar dike ku divê civak û bi taybet jin xwe pêş bixin, ji bo aştî û çareseriyeke mayîn de timî di nav kar û xebatan de bin. Rêbertî şer, tundî û zilmê weke jirêderketina ji mirovbûnê digire dest û dixwaze vê mirovatiyê careke din bi cewher û heqîqeta wê re bigihîne hev.
Rêber Apo di hevdîtina xwe ya 31’ê Mijdarê de behsa xurtkirina rêxistinbûna herêmî û siyaseta gelparêz a rê dide ber têkoşîna demokratîk kiriye. Li ser vî esasî divê bi taybet em weke jin û ciwan li ser esasê vê banga Rêbertî bi kar û barê xwe rabin.




